Çalakiya rûniştinê ya Roboskê taloq bû

Çalakiya rûniştinê ya Roboskê taloq bû

Çalakiya rûniştinê ya bêdem a ku dê îro ji cihê Komkujiya Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê ya ku 34 ciwanên Kurd têde ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, ya dihat payîn îro bê lidarxistin, ji ber wefata gundiyê bi navê Abdullah Encu, hat taloqkirin.

Malbatên 34 ciwanên Kurd ên li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê yên di 28'ê kanuna 2011'an de di bombebaran balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan dê biçin cihê bûyerê. Malbat ji bo ku bi ser bûyerê de 154 roj derbas bûn hêj kiryar nehatin dîtin û daxuyaniyên hikûmetê yên rojên dawî şermezar bikin, dihat payîn îro li cihê komkujiyê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Çalakî ji ber ji ber wefata gundiyê bi navê Abdullah Encu, hat taloqkirin.