Çalakiya Pênçşeme Reş di hefteya 128’emîn de ye

Çalakiya Pênçşeme Reş di hefteya 128’emîn de ye

Çalakiyên Pencşema Reş ên ji bo şermezarkirina girtiyên siyasî û şaredaran her hefte didome vê hefteyê jî li Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn û wanê berdewam kir. Di çalakiyên Pêncşema Reş de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin hate şermezarkirin û hate xwestin ku êdî tercîd bi dawî bibe.

AMED

Endamên meclîsa Şaredariya Peyasê û personelên şaredariyê li gel saziyên sivîl ên civakî û parazvanên mafên mirovan di hefteya 128'an de dîsali ber avahiya Şaredariyê kom bûn û çalakiya "Penceşam Reş" pêk anîn. Komê di çalakiyê de dîsa bi pankart, dirûşme û dowîzên xwe bertekên xwe yên li dijî girtina siyasetmedar û şaredaran anîn ziman. Li ser navê komê Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Ahmet Ayaz, anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe divê berî her tiştî siyasetmedar û şaredar serbest bên berdan. Ayaz, xwest şaredar jî serbest bên berdan. Ayaz, da zanîn ku ji bo êdî girtin, kuştin û binpêkirina mafan bi dawî bibe çalakiyê pêk tînin û xwest êdî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Çalaki bi rûniştina 5 deqîqan bi dawi bû.

QOSER

Li navçeya Qoserê jî bi heman armancê endam û rêveberên şaredariyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber avahiya Şaredariyê daxuyşanî da. Sekreterê Konseya Bajar a Qoserê Aslan Başboga, li ser navê girsê dê daxuyanî da û tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û xwest operasyon bi dawî bibe.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê jî bi heman armancê girseya ku li ber avahiya şaredariyê kom bû daxuyanî da çapemeniyê. Li vir î polîtikayên AKP'ê hate şermezarkirin û xwestin tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bi dawî bibe.

ÊLIH

Li Êlihê jî nûnerên saziyên sivîl ên civakî, personelên şaredariyê û endamên meclîsa şaredariyê tev li çalakiya Pencşema Reş bûn. Di hefteya 129'an de dîsa pankarta "Vîna me hêj girtiye" hate vekirin. Serokê Şaxa Genel Îşê Murat Akin bal kişand ser 3'emîn pakêta darazê û da zanîn ku tenê çeteyan ji vê zagonê sûd girtine. Girsê li vir jî piştgirî dan kurdên sûriyeyê û xwest her kes hurmetê ji mafê kurdan re bigirin.

WAN

Şaxa Genel-Îşê ya Wanê û Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê di çarçoveya Pêncşema Reş de ji bo Şaredarê girtî Bekîr Kaya û 9 kesê ku pê re hatin girtin çalekî li dar xistin. Çalekvan li ber Garaja Şaredariyê kom bûn û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan. Komê di meşê de pankarta “Bila operasyonê qirkirina siyasî bi dawî bibin û şaredarê me girtî bil ali tavilê serbest bên berdan” hildan. Çalekvana bê navber sloganên “Êrîş nikarin me bê zar bikin”, “Serok Bekîr” û “Dê AKP hesap bide gel” berz kirin. Piştî çalekvan gihîştin ber avahiya şaredariyê û li wir ji komek qelebalix piştgirî dan wan. Balkêş bû ku meş û daxuyanî di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Li ber avahiya şaredariyê rêveberên BDP’a Bajêr ya Wanê, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Omer Işik û hevsera Şaredar Kaya Asli Kaya piştgirî dan çalekvana. Li ser navê komê Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya Wanê Salîk Îpek daxuyanî xwend.

Îpek, diyar kir ku di encama operasyonê bi kêfî û bi zilim ku ji aliyê AKP’ê tên kirin girtina şaredaran di roja 49’mîn de ye. Îpek, anî ziman kul i hemberî polîtîka AKP’ê ya bi êrîş dê heta Şaredar Bekîr Kaya û sîyasetmaedarê kurd bên berdan dê berxwedana wan bi dome. Îpek, destnîşan kir ku beriya 11 rojan di 14’ê Tirmehê de carek din li Amedê êrîşên polîsên AKP’ê yên bi hovane xuya kiriye ku desthilatdarî aşîtiyê naxwaze û di şer de israr dike. Îpek, anî ziman ku bila dev ji siyaseta xwînê bê berdan û ji bo welat ber bi bingehek aşîtyane ve here di serî de Şaredar Kaya û hemû siyasetmedarên girtî bên berdan.

Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqeyan çalekiya rûniştinê çalekiya xwe bi dawî kvir.