Li Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê çalakiyên "Pençşema Reş" hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn ên têkildarî komkujiya Roboskiyê de dayîn hate şermezarkirin û hate gotin, "Rast e, bi kuştina me tecrubeyê qezenc dikin"
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê çalakiya "Pençşema Reş" a ku bi armanca serbest berdana siyasetmedar û şaredarên kurd her hefte tê lidarxistin pêk hat. Wekîlê Şaredara Dêrîkê Dogan Ozbahçecî, endamên melîsa şaredariyê û endamên Tum-Bel-Sen'ê tevlî çalakiya li ber avahiya şarederiyê pêk hat bûn. Di çalakiyê de pankrat "Destnede vîna min" vekirin û posterên Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel hatin vekirin. Koodînatora Mala Jinê ya Peljîn a Şaredariyê Dêrîkê Gulseren Yuzal daxuyanî xwend. Yuzal, diyar kir ku hikûmeta komkujiya Roboskiyê zelal nekir ji tu kesî re demokrasiyê pêk nayne û dersê nade. Yuzal, bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê karên hundir Şahîn ên "Rewşeke lêborî bê kirin tuneye" û wiha got: "Kesên xwedî vê ramanê faşîzma Hîtlerê jî di siyê de hiştin. Kesên komkujiya Roboskiyê bi hicnetên biçûk zelal nakin, siyasetmedaran di girtîgehê digirin û qatilên Ugur Kaymaz, Enes Ata, Ceylan Onkol û dehan zarokên din nadarizîne nikare dersa demokrasiyê bidin kesên din."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armanc daxuyanî hate dayîn. Alîkarên şaredarê Êlihê Mustafa Tugyildiz, Hamza Ayîş û Ahmet Bulent Tekîk û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Vîna me hêj girtî ye." hate vekirin. Serokê Genel-Îş'ê yê Êlihê Murat Akin daxuyanî xwend û wiha got: "Divê demildest şaredarê me û hemû siyasetmedarên kurd ên di bin navê 'KCK'ê' de hatin girtin serbest bên berdan." Akin bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmetê yên têkildarî komkujiya Roboskiyê de hatin kirin da û wiha axivî: "Di her tiştî de samîmiyet girîng e. 34 kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin mirov bûn. Weke te wezîr û serokwezîr. We kurd bûn."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
PEYAS
Li naçveya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, alîkarên şaredar Servet Yilmaz û Îhsan Avci, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî daxuyanî bûn. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Amedê M. Salîh Dogrul, daxuyanî xwend û diyar kir ku operasyonên siyasî û leşkerî berdewamdikin û wiha got: "Hikumet dixwaze wekîl û şaredaran di girtîgehê de bigire û bike amûrê bazartiyê. Li aliyê din şertê girtîgehê dibe sedem miranan."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Alîkara Şaredarê Wêranşarê Suna Ulugturken daxuyanî xwend û diyar kir ku li hemberî hemû êş û zilman wan li ber xwe da. Ulugturken, bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîr Şahîn ên têkildarî komkujiya Roboskiyê dan.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP'ê, Wekîla Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Omer Turgay, daxuyanî xwende û bertek nîşanî gotinên Erdogan ên têkldarî Amed, Wan û Qoserê de dayîn da û wiha got: "Heke hêza te têrê bike were bigire."