Çalakiya dengderxistinê ya li dijî girtinan

Girtina parlamenterên HDP'ê, Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, li navçeya Yenîşehîr a Mersînê bi çalakiya dengderxistinê hate şermezarkirin.

Girtina 9 parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, li navçeya Yenîşehîr a Mersînê bi çalakiya dengderxistinê hate şermezarkirin.

Şêniyên navçeyê daketin kolanan û çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Welatiyan bi sênî û quşaxneyan deng derxistin. Jinan dan xuyakirin, ku ew parlamenterên HDP'ê yên jin weke vîna xwe dibînin, lewma van pêkanînên li dijî vîna xwe qebûl nakin.

Gelek welatî jî li mala xwe tevlî çalakiyê bûn.