BI DÎMEN

Buyukertaş ê HPG'yî li Xelfetiyê hat oxirkirin

Gerîlayê HPG'ê Mehmet Salîh Buyukertaş (Şervan Amara) ê li Geverê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest da, li Xelfetiyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mehmet Salîh Buyukertaş (Şervan Amara) yê li herêma navbera gundên Zêvkan û Kertiniz ên navçeya Colemêrg Geverê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Seldek ê navçeya Riha Xelfetiyê merasîm hat lidarxistin. 

Girseya gel a cenaze ji morgê rakir, darbest da ser milan û heta gundê bi 5 kîlometreyan dûr meşiya. Darbesta gerîlayê HPG'ê Buyukertaş bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin. Di merasîma cenaze de tevî Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan û rêveberên HDP û DBP'ê, bi hezaran kes amade bûn.

Di merasîmê de dirûşmên "HPG Tolhildan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" hat qîrîn.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Buyukertaş birin goristana gund û li ber duayan hat veşartin.

Li dû veşartina cenaze, bi hezaran kesî li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz girt.

Apê Buyukertaş Sefer Buyukertaş li merasîmê peyivî û diyar kir, biraziyê wî di rêya rûmetê de jiyana xwe ji dest daye. Ap Buyukertaş got, "Mehmet Salîh di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest da. Biraziyê min ne tenê şehîdê malbata Buyukertaş e. Ew şehîdê tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî destnîşan kir, ku têkoşîna cangoriyên azadiyê, heta encamgirtinê wê bidome. Dîlek Ocalan got, "Divê em hemû bi rengekî topyekûn berxwedaneke bi rûmet nîşan bidin."

Girseya gel piştî axaftinên li vê derê, bi qîrîna dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" ji goristanê derket û berê xwe da konê sersaxiyê yê li gund hatiye vedan. Serdanên sersaxiyê wê sê rojan dewam bike.

Di vê navberê de, kekê gerîlayê HPG'ê Buyukertaş, dema mêvanên hatin sersaxiyê oxir dikir, li pêşiya gund ji aliyê polîsên Tirk ve bi îdîaya 'heqaret' li wan kiriye, bi lêdanê hat binçavkirin.

...