Buldan: Polîs bi zanebûn bombeya gazê li lingê min xistin

Buldan: Polîs bi zanebûn bombeya gazê li lingê min xistin

Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan ku di bûyerên duh yên li Amedê de bombeya gazê li lingê wê ket û birîndar bû got; "Di navbera min û polîs de 10 gav jî tune bûn. Rasterast û bi zanebûn bombeya gazê li lingê min xist.

Parlementera Îdirê û Cîgira Koma BDP'ê Pervîn Buldan ku di bûyerên li ser mûdaxaleya duh a li qada Îstasyonê de bombeyê gazê li lingê wê ket diyar kir ku polîsan rasterast ew hedef girtine û bombeya gazê berdane lingê wê. Buldan ku lingê wê şkest xistin cilsê got; "Şeveqê ez ji Mêrdînê derbasî Amedê bûm. Hê di derketina Mêrdînê de me texmîn dikir ku ew ê çi çêbibe. Di seranserî rê de kontroleke zêde hebû. Dema ku em hatin Amedê rastî bajareke vala hatin. Kolan û cade di bin dorpêça polîsan de bûn. Ji şevê amadekarî hatibûn kirin, tedbîr hatibûn stendin. Li her deverî polîs hatibûn bicihkirin. Hewl didan ku li ser mirovan tirsekê çêbikin."

Buldan meşa duh bi van hevokan vegot: "Em derbasî avahiya BDP'ê bûn û berpirsyariya parlementeran hat diyarkirin. Ez ji vê derê derbasî navçeya Rezanê bûm û bi girseyê re emê derbasî qada Îstasyonê bibûna. Em hatin taxa 5'ê Nîsanê. Polîs bi wesayîtan derketin pêşberî me û astengî derxistin. Me piştî hevdîtina bi deqîqeyan berdewamî meşa xwe kir. Piştî demekê nêzî qada îstasyonê em rastî barîkata duyemîn hatin. Me dîsa axivî û wan gotin ji bo parlementeran jî destûr tune ye."

'POLÎSAN LI VIR RASTERAST BOMBEYA GAZÊ BERDAN LINGÊ MIN'

Buldan anî ziman ku polîsan ji hêlekî ve mûdaxaleyî wan kirine û ji hêla din ve jî mûdaxaleyî koma nêzê gara trênê ya ji 600 kesî pêk dihat kirin û gef li komê kirin. Buldan wiha pê de çû: "Me ji wan re gotin, dema hevserokên me bên em ê ji vir biçin. Lê hevalên me jî rastî mûdaxaleyê hatin. Cilên wan şil bibûn. Bêhna gazê ji wan dihat. Me dîsa bi polîsan re hevdîtin pêk anîn. Piştre em hemû hevalên parlementer ketin milên hev û meşiyan. Di wê kêlîkê de polîsan ava bişid berdan ser me. Di navbera min û polîsan de 10 gav tune bûn. Rasterast û bi zanebûn berê çeka bombeya gazê da lingê min. Di wê demê de min êşeke mezin jiya. Jixwe piştre jî ez rakirim nexweşxaneyê."

Buldan piştî tedawiya xwe ya li nexweşxaneya dewletê ya Amedê bi ambulansa balefirê ew rakirian nexweşxaneya Ýnternational Hospital a Stenbolê.

Ji bo qeydên Amedê 40 welatî jî birîndar bûne.