Bertek û çalakiyên li dijî operasyonên li ser rêveber û şaredarên BDP'ê didomin. Wekîla Serokên Koma BDP'ê û Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan, derket pêşberî hezaran û diyar kir ku bi van operasyonan dixwazin şer kûr bikin. Bûldan, da zanîn ku bê BDP'ê û Ocalan pirsgirêk çareser nabe.
Bertekên li dijî binçavkirina şaredar û reveberên BDP'ê yên duh li Wanê rastî operasyonê hatin her ku diçe mezin dibe. Di serî de li Wanê û li navçeyên Wanê binçavkirina Şaredarê Wanê Bekir Kaya û şaredarên din yên BDP'yî bi girseyî hate şermezarkirin. Bi hezaran welatiyên Wanê 2 rojin li ber Şaredariya Wanê çalakiya rûniştinê pêk tîne. Hevseroka KCD'ê û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk, parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Wekîla Serokên Koma BDP'ê û parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, Rêveberên BDP'ê, înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi hezaran kes amade bûn.
Di çalakiyê de Pervin Bûldan, derket pêşberî hezaran kesan û wiha got: "Ji sala 2009’an heta niha operasyonên komkujiya siyasî li ser me didome. Hemû siyasetmedarên aştî û demokrasiyê diparêzin hatin girtin. Şaredar, ciwan û jin tev hatin girtin. Salên 1990'î û serdema darbeya 12'ê Îlonê dubare dibe. Gelê kurd bi salane rastî zilm û zorê tê. Lê gelê kurd disa li vîn û nasnameya xwe xwedî derdikeve û li ser piyane. Gelê Kurd li dijî van êrîşan li ser piyane."
‘NE TOFANA XWEDA, TOFANA AKP’Ê YE'
Bûldan, destnîşan kir ku hêj birîna erdheja wanê nehatiye dermankirin, li dijî wan operasyon tên lidarxistin û wiha berdewam kir: "Em li hemberî hemû êrîşên AKP'ê li ser piyan in. Ev bedelê demokrasiyê ye. Gitina şaredar û rêveberên partiya me ne tofana xwedê ye. Tofana AKP’ê ye. Erdogan got 'Ez wanê dixwazim' Piştî vê gotina Erdogan ev operasyon pêk hat. Dozger bi fermana Erdogan ketin nava tevgerê."
'BÊ OCALAN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'
Bûldan, bang li Serokwezîr Erdogan jî kir û wiha pêde çû: "Welehî û bilehî em Wanê nadin. CHP û AKP li ser çareseriya gelê kurd li hev kirin. Dixwazin di nava xwe de li gorî xwe pirsgirêkê çareser bikin. Li aliylekî hevdîtinê ji bo çareseriyê tên kirin, li aliyê din li dijî siyasetmedar û şaredarên kurdan operasyon tên lidaristin. Dixwazin avê şolî bikin û şer kûr bikin. Hemû kes dizane ku pirsgirêk bêyî BDP û Ocalan çareser nabe.
'HETA KU ŞAREDAR SERBEST BÊN BERDAN EM DÊ BER XWE BIDIN'
Li ser navê personelên şaredariyê Munîr Ertaş, jî bertek nîşanî operasyonan da û anî ziman ku heta hevalên wan serbest bên berdan tê têbikoşin. Ertaş da zanîn ku vê zilmê qebûl nakin. Endama Înîsiyatifa Dayika Aştiyê ya Wanê Leyla Duman jî helwesta Erdogan rexne kir û wiha got: "Erdogan dibêjie ez musluman im. Lê muslumantiya wisa tune. Bila were em ol nîşan bidin. "
LI ELBAKÊ JÎ ÇALAKÎ HATE LIDARXISTIN
Li navçeya Elbaka Wanê jî welati û esnaf neçûn ser kar û çalakî pêk anîn. Girse li ber avahiya BDP'ê kom bûn û çalakî pêk anîn. endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên BDP'ê tev li çalakiyê bûn û operayon şermezar kirin.
COLEMÊRG
Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê li ber avahiya BDP'ê binçavkirinên li Wanê şermezar kirin. Wekîlê Şaredar Tahîr Koç, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê Saît Gezer daxuyanî xwende û diyar kir ku ew li hemberî zext û zordariyan serî natewînin. Gezer, anî ziman ku gelê wanê bi tenê nîn e û wiha got: "Wekî tê zanîn ku AKP û Cemaat Gulen bi gotinên sexte yên olî, bi helwesta nijadperest û faşîzmê dixwaze gelê kurd bi tepisî ne. Ya li hemberî şaredarên me pêk hat li hemberî hemû gelê kurd pêk hat. Hikûmeta AKP'ê û Cemaatê Gulan li gel girtinan duh li Geverê ciwaneke me yeke din jî qetil kir." Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê jî bi daxuyaniya dayî binçavkirin şermezar kirin.