Bozderî yê 57 salî yê ku li benda ambulansê bû ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

Li Hezexê M. Sadik Bozderî (57) nexweşê dile ku ev 5 roje di malê de li benda ambûlansê ye, der ket holê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye înfazkirin.

Li Hezexê M. Sadik Bozderî (57) nexweşê dile ku ev 5 roje di malê de li benda ambûlansê ye, der ket holê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye înfazkirin. Mala ku Bozderî lê bû, li Taxa Ataketê a ku ne xende û ne jî bend lê bû.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji ber êrîşên hêzên dewletê yên ketin rojan 8'emîn welatiyê bi navê M. Sadik Bozerî (57) yê nexweş ê dil e û ev 5 roj in li ben da ambulansê bû li mala xwe ya li taxa Atakentê bi awayeke mirî hate dîtin. Bozderî yê ku li qatê duyemîn ê apartimana taxa Atakentê ev 5 roj in li ben da ambulansê bû hate hîn bûn ku ji singê xwe gule xwariyê. Bozderî yê eslê xwe ji Amedê ye û firinê dixebitîne bi tena serê xwe li malê dima û beriya 2 rojan ambulans xwestibû lê hêzên dewletê ambulans nehiştibûn. 

Ev roj in ji telefona wî bersiv nedida. Îro ji ber ko polîsan destur dan cesayîta cenaze ya Şaredariya Hezexê çû avahiyê. Cenazeyê Bozderî yê ji singê xwe gule xwariye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. 

Têkîldarî Bozderî nûçeya ku duh ji ajansa me derbas bû hatibû gotin ku ligel ku 4 roj in ambulans tê xwestin jî tê astengkirin. Hevşaredar û parlamenterên HDP'ê jî gelek caran ji bo ambulans bên şandin daxwaz kiribûn. 

Taxa Atakentê wekî taxa ku berîqat û xendek tuneye tê zanîn û pevçûn jî li vir tuneye.