Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn, “Tevgera Şoreşgerî” ya gerîlayên HPG’ê li navçeyên Şemizînan-Gever-Çelê dane destpêkirin nirxand û got; “Tu mafê ku dewleta Tirk li ser vê axê bijî tune ye.” Tekîn, destnîşan kir ku divê serhildanên gel çalakiyên gerîlayan temam bikin û got; “Di vir de di serî de hemû mîlîtanên PKK’ê, hemû fermandar û şervanên HPG’ê, hemû keç û xortên kurdan ji bin bandora hêzên dagirker derketin û fêrî ramana azad bûn. Êdî gelê kurd naxwaze hêzên dagirker li ser axa wan bijî.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn, Pêngava 15’ê Tebaxê û “Tevgera Şoreşgerî” ya gerîlayên HPG’ê li navçeyên Şemizînan-Gever-Çelê dane destpêkirin ji ANF’ê re nirxand. Tekîn diyar kir ku niha yê divê operasyonên li herêmê paş de vebikişînin, ne gerîla ne, û got; “hêzên dagirker in. Dîsa Walîtiya Colemêrgê, waliyê zîhniyeta dagirker daxuyaniyek da û got “operasyon bi dawî bû.” Lê di rastî de hêzên gerîla wena paş de birine. Sekna leheng a HPG’ê û mudaxeleya Şoreşgerî a di demê xwe de û li ser rêça Egîd pêş xistine.
Tekîn got; “Em di serî de vê cejna berxwedana dîrokî li Rêber Apo, hemû rêvebir û şervanên HPG’ê, tevahî mîlîtanên PKK’ê, gelê Kurd û tevahî malbatên Şehîdan pîroz dikin.
Ev pêngava dîrokî bi pêşengtîya Fermandarê Mezin Egîd ( Mahsum Korkmaz) pêş ket. Di şexsê heval Egîd de tevahî şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên 15 Tebaxê em bejna xwe li hember wan bi rêz ditewînin. Soza me tolhildan, azadîya Rebertî û Kurdistanê ye. Em bi parastina rêgezên jîyana, zindîkirina van rêgezan dikarin bi xwedî li bîranînên şehîdên xwe derkevin. 15 Tebaxê, berxwedanîya di serî de Şemzînan herî dawî li Dihê li hemberî faşîma dewleta Tirk pêş ketîye ne tesaduf e. Ji 23 Tirmehê heya niha, îro 13’ê Tebaxê ye ji pêngava 15 Tebaxê re 2 roj maye: di evqas rojan de bi rastî jî cara yekem e evqas di erazîyekî fireh de HPG’ê bandora xwe da avakirin. Hêza çekdar artêşa Tirk a ku xwe weke ku qet bin nakeve dibîne bi tevahî teknîka xwe, taktîka xwe re bin ketiye. Di vê derê ne tenê artêş bin ket, di heman demê de zîhniyeta “ Tirkek bedelê cîhanê ye “, bi taybet jî “ev artêşa bin nakeve”, ev çîrok û efsane bin ketin. Di bingeh de stratejîya desthilatar a Tirk di vê derê de şkest. Hişmendiya yek dewlet, stratejîya yek netew, yek ziman, yek çand, yek al ku Kurdan tune dihesîbine hat şkandin.
EV WELAT WELATÊ ME YE
Tekîn got; “Ev şkestin jî ne nûye, lê belê îro îro gihiştiye asta rastiyeke berçav. Tê zanîn ku dewleta Tirk li ser tunekîrina Kurdan, tunekirina Kurdistanê hate avakirin. Dîroka 29 cotmehê 1923 heman demê dîroka bîryara tunekirina Kurdan ye. Niha ev stratejî hat bin xistin û şkîya. Faşîma AKP’ê, faşîzma kesk a ku Fetullah Gulen pêş xistîye, ev stratejî û polîtkayên tunekirinê bin ketin. Demekê Tansû Çîllerê digot “ em kevirekîi biçûk jî nadin”, îro jî Tayîp Erdogan dibêje “em bihûstek axê jî nadin”. Di serî de em vê dipirsin “ tu welatê kê ji kê re nîqaş dikî?” ev der axa me ye, welatê me ye. Dewleta tirk berîya ku were vir em li vê derê bûn. Ewana ji Asyaya Navîn hatin welatê me dagir kirin û xwestin gelê me bikin kole. Jixwe em ji tu kesî bihûstek ax an jî kevirek naxwazin. Em dixwazin çanda talankirinê li ser axa xwe derbixin û dagirkerên li ser axa me, em dixwazin bera wandin. Divê li ser vê axê ne ew û ne jî siya wan nemîne.
Niha, tişta ku HPG’ê li Şemzînanê da destpêkirin û pêl bi pêl belav dibe ev e. Dê dagirker li ser vê axê nemînin. Tu mafê ku dewleta Tirk li ser vê axê bijî tune ye. Bi zor û zilmê ev axê dagir kirin û li Kurdistanê ma. HPG’ê, bi guhartina şêwaz û rêbaza xwe planên çalakîyê yên pir alî ev hemleya ku pêş xistîye di her aliyê de de azadîya gelê Kurd armaç dike. Em jî wek tevger, wek rêvebirên tevgerê wek tê zanîn û wek Rêbetîya me jî got, di Oslo nîqaş pêş ketin. Protokol hatin amadekirin. Lê belê Tirkên dagirker ev protokolana danîn kêlekekî û bi tecrîta li ser Rêberê me xwestin gav bi Rêberê me gav ber bi paş ve dibin avêtin. Dîsa bi operasyonên sîyasî dixwest gel paş de gav biavêje, bi operasyonên Leşkerî dixwest HPG’ê bişkîne. Dixwestin modela Srî Lankayê pêk bînin. Dixwestin bi vê yekê bi bêvînkirina me û tecrîda li ser Rêber Apo pêk bînin.
HERÊMEK EWQAS FIREH JI BO TAKTÎKAN VALA NAKIN
Tekîn diyar kir ku niha yê divê operasyonên li herêmê paş de vebikişînin, ne gerîla ne, û got; “hêzên dagirker in. Dîsa Walîtiya Colemêrgê, waliyê zîhniyeta dagirker daxuyaniyek da û got “operasyon bi dawî bû.” Lê di rastî de hêzên gerîla wena paş de birine. Sekna leheng a HPG’ê û mudaxeleya Şoreşgerî a di demê xwe de û li ser rêça Egîd pêş xistine. Îradeya artêşa Tirk di heremê de şkestiye. Ev ne tiştek wisa ye ku biçûk bê dîtin e. Ev zêdetirê 21 rojan e di bin kontrola gerîlayan de ye. Li vê derê jî binketina wan a li hemberî vîna gerîlayan nîşan dide. Bi vî awayî ev pirs tê hişê mirov; “Gelo taktîk dikin, an jî armancên wan ên din hene?”. Lê em baş dizanin herêmeke ewqas berfireh ji bo taktîkan vala nakin.”
MA TEKNÎK Û TAKTÎKA DIJMIN DIKARE BANDOR LI RUH Û BIRYARDARIYA GERÎLAYAN BIKE?
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn destnîşan kir; “Îro ev serkeftina ku me bi dest xistîye, berxwedana Rêber Apo ya li Îmralî, serkeftina PKK, serkeftina 15’ê Tebaxê, ruhê 15 tebaxê, destkeftiyên hêjayê Egîd û Mustefa Yondem û Adila ne. Em xwe li gorî wan nû dikin. Em li ser vî esasî rêbaz û taktîkên nû pêş dixin. Tu hêzên dagirker nikarin pêşî li me bigirin. Hêza dagirker çiqad teknîka wê xurt be, çiqas ji DYA û Îsraîlê teknîkê digire bila bigire, lê nikare pêşî li hêza me ya fedayî bigire. Mînaka vê ya herî li berçav jî çalakiya fedayî heval Andok û Êrîş e. Kî sînorên dagirkeran nas dikin? Dîsa çalakiya Çelê li berçav e. Çalakiya ku heval Jîn û hevalên din pêk anîn, ma sînoran nas dikin? Ma sînorê dagirkeran karî ji wan re bibin asteng? Ma teknîk û taktîka dijmin dikare bandor li ruh û biryardariya gerîlayan bike? Nexêr. Ji ber ku îdeala azadiyê tu sînor û astengiyan nas nakin.”
ÊDÎ GELÊ KURD NAXWAZE HÊZÊN DAGÝRKER LÝ SER AXA WAN BÝJÎ
Tekîn wiha berdewam kir; “Di vir de di serî de hemû mîlîtanên PKK’ê, hemû fermandar û şervanên HPG’ê, hemû keç û xortên kurdan ji bin bandora hêzên dagirker derketin û fêrî ramana azad bûn. Êdî gelê kurd naxwaze hêzên dagirker li ser axa wan bijî. Li ser axa xwe destûr nade ku dijmin bijî. Dijmin ewqas komkujî û zilm-zor pêk anî ku ji gelê kurd re jiyan heram kir. Gelê kurd êdî naxwaze deng û rengê dijmin li ser vê axê bibîne. Ya ku Rêbertiya me di detpêkê de dixwest bide avakirin şexsiyetekî kurd a azad û bi îradeye ku tiştên pêk tên û serhildanên pek tê serhildanên kurdê azad e. Îro ev fikir û felsefe di mêjiyê mîlîtanên PKK’ê de, di felsefeya hêzên HPG’ê de pêk tê. Felsefeya Fikir û şexsiyetê azad ku Rêber Apo dixwrst pêş bixe, îro di dilê gelê kurde dijî. Bawerî û hêviya me ew e ku bi vî ruh û bi vî mêzandinê bi taybet şoreşa ku Rojava Kurdistan de pêş ketiye ku ev jî bi serkeftî berdewam dike, peşveçuyînên di Rojhilata Navîn, xeta jiyanê ya Rêber Apo, berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, ruhê fedaî yê şehîdê me, xwesteka gelê me yê ku dixwaze li ser vê axê azad bijî îro di tevgera me de bûye çandek. Ev çand jî ruhê xwe yê fedaî pêk tîne û pêş dixe. Tiştên li ku Şitazin-oremar, Şemzinan, Dihê û Pinarbaşi pêş dikeve ev riha bixweye. Em bawer dikin ku 29. Salvegera 15’ê Tebaxê de ev rih dê Azadiya Rêber APO û gelê me bîne.”
DIVÊ GEL BI BI SERHILDANÊN RADÎKAL BIKE
Tekîn got; “Pêngava 15’ê Tebaxê ku îro xwe nû dike û tevgera ku li Şemzînanê dest pê kir û hîn jî berdewam dike, pêwîste bersiva vê di milê gel de jî were dayîn” û wiha pêde çû; “Divê gelê me çalakiyên gerîla yê fedayî serhildanên radîkal bike. Êdî gelê me pêwist be li Botanê, pêwîst bike li Serhedê, pêwîst bike Amedê, Rihayê, Dilokê, Meraşê û hemû metropola vebiguherîne qadên çalakiyê. Êdi pêwîste bizanibe ku dewleta dagirker bi taybet hikûmeta AKP’ê ji bo Kurdan tu gavên erînî neavêtiye, naavêje. Gelê mê divê vê bibîne, bizane ku tu niyeta AKP’ê ji bo Kurda qenciyek bike tune ye. Dîsa hewldanên xwe yê ji bo deskeftiyên kurda jê bigire we dest lê bernede. Divê gelê me vana bibîne û bi vê zanyarbuyînê xwe bi rêxistin bike. Xwe bi hêz bike, gund û taxên xwe biparêze û car din dest nede ku dewlet tu cureyî gund û cihê me vala bike. Tax û kolanên me neyên valakirin.”
DIVÊ SERHILDAN ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN TEMAM BIKIN
Tekîn got; “Li ser esasên parastina axa xwe azadiya xwe biparêze, serhildanên xwe pêş bixe, û bizane ku Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê bi serhildanan pêk tê. Dema ku çalakî û îradeya azad bibin yek wê azadî dest bikeve. Divê gelê me di her heremê de, di her cihî de bi vî zanebûnê bi serhildanên xwe gerîla temam bike. Divê ciwanên kurd bi her demî zêdetir xwe tevli pêvajoyê bike. Pêwîst e em bizanin ku gelekî ku fedaîtiyê xwe nebe, gelekî ku artêşeka wî ya fedaî nebe, gelekî ku parastina wî nebe azadiya wî jî nabe. Gelê me gelekî ku azadiyê heq dike ye. Ev ax, ev gel hêjayê azadiyê ye. Em ji bo bikaribin axa xwe biparêzên, bikaribin gelê xwe biparêzin, bikaribin azadiya xwe dest bixin, bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin dîsa bikarin li ser axa xwe azad bijîn pêwîste ciwanên me din av refên gerîla de cîhê xwe bigirin. Li ser van bingehan em car din tevahî Şervan û fermandarê Azadiyê yên HPG’ê, bi rihê fedayî yê Egîd û Zilanan, bi îradeya Nûda û Viyanan ku şer dike û li ber xwe dide, rihê fedaî, îrade, bawerî û asta bîryardariya di şexsê Derwêşan, Êriş, Andokan û Jînan de pêş ketiye em vê wesîleya Pengava 15’ê Tebaxê silav dikin. Em car din dibêjin “An Azadî an Azadî.”