Boranxaneyên Amedê di rûpelên dîrokê de ne!

Boranxaneyên Amedê di rûpelên dîrokê de ne!

Baronxaneyên bi sedan sal li Amedê ji bo zebeş û goşt dihatin karanîn, êdî bûne cihê kevokên kovî û dikeve nava rûpelên dîrokê de. Barxaneyên ku ji bo çandina zebeşên bêhempa yên Amedê ku di cîhanê de bi nav û deng in, feyde ji zibilê kevokan bigirin, dihatin bikaranîn, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ji ber êdî kesên zebeşan diçînin kêm bûne, an jî kesên diçînin jî êdî ziblê hatiye çêkirin bi kar tînin, ev çand jî ber bi tunebûnê ve diçe.

Yek ji sedemên sereke yên xwedîkirina kevokan li Amedê, kesên ku zebeş diçandin bûn. Heta beriya 40-50 salan jî ev li peravên çemê Dîcleyê dihatin rêzkirin û gundiyan ji wana re digotin “Boran”. Ev boranxane ji bo lîs û hewandina kevokan dihatin bikaranîn.

Xwediyên wan tenê xwarina zivistanê didan kevokan, xwarinên ku van kevokan dixwarin, dibû sibil û ev sibilê bê hempa ji bo çandina zebeşan dihat bikaranîn.

Ji ber zêdebûna şêniya kevokan li Amedê, menuyên aşxaneyên Amedê bi kevokan dihatin xemilandin û goştê wan di aşxaneyan de cihê xwe digirt.

Ev çanda ku bi salan berdewam kir, li derdora gundên li peravên Dîcleyê hene, her boranek ji vana dikare 1000 an jî 15000 kevok têde cih bigirin. Li gundê Tilalo yê ku nahêle ev çand tune bibe, 30 boranxane hene. Lê niha tenê sê boran ji wan mane û tenê kevokên kovî têde cih digirin.

Ev boranên ji kerpîçan hatine çêkirin û mina kelehan in. Piraniya wan ji sê beşan pêk tên. Li her aliyekê pencereyên biçûk, lê kevok dikarin bi rehetî biçin û bên hene. Li aliyê hindur ê dîwarê boranan zext lê xistine.

Tenê zivistanê dema ku her der berf bû êm didan kevokan. Di boranxaneyeke ku tê de nêzî hezar û 500 sepet heye, salê nêzî 10 hezar ton zibil dikaribû bihata girtin.

Ligel perava Çemê Dîcle di sedan boranxaneyan de gubre dihat hilberandin. Carna ji bo derveyî welat jî bi deve û trenan dihat îxrackirin.

Gubreyê li boranxaneyan dihate hilberandin di cîhanê de deng da. Di hilberîn zebeşê Amedê û gelek hilberînên çandiniyê de dihat bikaranîn.

Zebeşê Amedê tenê bi vî gubreyê li gel perava Çemê Dîcle di çalan de dihate hilberandin. Piştî ku gubreyên sunî derketin, ji ber ku erzan û hêsabû hatin tercîhkirin û piştî vê jî boranxane hêdî hêdî hatin jibîrkirin. Di nava demê de kevneşopiya boranxaneyê hate tekririn û bi giştî wenda bû.

Êdî fêdeya boranxaneyan ne ji bo zebeşê navdar yê Amedê û ne jî ji bo çanda xwarina Amedê hebû.

Sîmeon yê ji Polonyayê k udi sala 1680’î de hatibû Amedê di seyehatnameya xwe de behsa kevokên kovî yên k udi boranxaneyan de hatibû kedîkirin kirin. Sîmeom wiha digot: “Miklaya Halepê, serû pê yê Tokatê, nanê Xarpêktê û kebabê kevokê ya Amedê meşhure…

Hilberîna kevokên kovî ya ku 500 sal bû li Amedê dihat kirin û wenda bû û êdî ev çand tune ye.

Hilberînerên zebeş û petêx berê xwe dan gubreyên sunî . Ji ber vê jî boraxane jî hemû bi hilweşînê re rû bir û man. Ji be dermanên ziraî kevok hemû wêran bûn û çandek ji dîrokê paqij bû.

Niha tenê li gundê Karaçali 3 boranxaneyên wêran hene. Niha tenê tenê li hin taxan ji aliyê hin hezkiriyên kevokan, kevok tên xwedîkirin.