Ji ber êrîşên bombebaran ên artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) pêk tîne, jiyana gelê sivîl ê li herêmê her ku diçe zortir dibe. Ji ber êrîşan fêkî û mêweyên li gundê Sîda yê Zapê di demsala payîzêd e jî nayên komkirin. Lê dîsa jî hin gundî yên ku dixwazin bax û baxçeyên xwe biçinin, hemû xeterî û metirsiyan didin ber çavên xwe û tên. Gundiyan ji ber vê yekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestin ku nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê bidin.
Gundiyên Sîdayê ku beriya çend salan neçar man gundê xwe biterikînin, carna tên gundê xwe. Gundî niha jî jiber êrîşên dewleta tirk nekarin bên gundên xwe. Wekê gundê Sîda gelek gundên herêma Zapê di bin kontrola gerîla dene. Heman rewş ji bo van gunda jî derbasdare. Hemû gund dibin hedera êrîşan. Gundê ku bi xweza û ava xwe wekê bihûştê ne ji ber êrîşên dewleta tirk bûye weke cehenemê. Gudiyên ku bi sedan salane debara xwe bi zeviyan dikin di salên dawî de rojên dawî de rojên dijwar dijîn.
Gundiyên Sîda ku ji ber êrîşan neçar dimînin ji gund derkevin dîsa jî ji gundê xwe venaqetin. Dema em dipirsin ne bi xetere, çima hun diçin gund û tên, bersiva wan ev e; “Ma çareyeke me ya din heye.” Her tim bit irs û xof tên gund. Dem diçin baxçeyên xwe bi baldarî diçin. Ne diyare ku kengî balafir bombeyan biavêje. Herî zêde jî ji bombeyên ku giraniya wan bi tonane ditirisin. Piştî ku dengê balafirê dibihîzin ji bo xwe biparêzin li cih digirin.
Ji gundê Sîda Azad Îsmaîl got ku berê bi malbata xwe re dihat gund lê niha ji ber êrîşan tenê tê gundê xwe û wiha got: “Em ji ber tirsê nekarin fêkiyên baxçeyên xwe berhev bikin. Hikûmeta Başûr li dijî êrîşan bê deng dimîne. Balafirên şer yên tirk dema bombebaranê nake vê carê jî artêşa tirk tobebaran dike.” Gundiyê bi navê Bakî Salman jî diyar ki rku ji ber Êrîşên ku tên jiyîn pir ditirsin û nekarin li baxçeyên xwe binêrin.
Jina bi navê Gulbeyan Haci jî diyar ki rku ji ber êrîşan gelek darên hêjî, guz, hinar û tirî îmha bûne û wiha pê de çû: “Her tim gundê me tê bombebaran kirin. Çiqas ku balafir bê em direvin. Piştre em dîsa diçin li baxçeyên xwe dinÊrin. Piştî demekê dîsa tên. Ger balafir neyên topebaran dikin. Ji ber van êrîşan bi salanin gelek kes hatin qetilkirin. Dar û berên me hemû hişk dibin. Baxçeyên tune dibin. Fêkiyên me hemû têk diçin. Vê yekê xweda qebûl nake. “
Jina bi navê Husna Kuta jî da zanîn ku bi salanin kedeke mezin dane van baxçeyên xwe û wiha got: “Zarokên me pir ditirsin. Em dixwazin werin gundÊ xwe lê ji ber êrîşan em nekarin werin.”
Sîbel Haci jî ku 10 rojna carekê tên gundê xwe wiha dibêje: “Her cara ku em tên, tirsek mezin l iser me heye. Fêkî û sebzeyên me hemû têk çûn. Ji ber êrîşan xaniyên gund hatine xerakirin. Hatina me tenê çandiniye. Lê ji ber dewleta tirk em perîşan bûne.”
Şîrîn Raman jî da zanîn ku divê artêşa tirtk demeke nêz de êrîşên xwe bi dwaî bike ûdivêw hikûmeta herêmê jî ev êrîş bi dawî bibin têkeve nava tevgerê. Ramazan got ku ew dixwazin bên li gundê xwe bijîn.