Artêşa tirk a ku di van demên dawiyê de derbeyên giran dixwe, di bombebaranê de bombeyên fosfor bi kar tîne û bi vî awayî xweza û gundên Kurdistanê wêran dike.
Artêşa Tirk ji ber derbeyên giran ên li Çelê ûŞemizînanê ji gerîlayên HPG’ê xwar, nikare di erdê re tevbigere, ji ber wê jî her tim ji hewa ve herêmê bombebaran dike. Bi taybet li her du herêmên navborî, gelek herêmên daristanî bi bombebaranê tên şewitandin.
Artêşa Tirk ji bo şewitandina herêmê her tişta ji destê wan tê dike. Di bombebaranê de ji bo şewitandina daristanan bombeyên fosfor tên bikaranîn. Ev yek jî dibe sedem ku deverên daristanî bişewitin. Ji ber vê yekê bi hezaran donumên daristanên Kurdistanê hatin şewitandin. Çapemeniya Tirk li hemberî vê yekê jî kerr û lal e, lê dema li rojavayê Tirkiyeyê darek dişewite, hemû çapemenî seferber dibe.
Artêşa Tirk di her carekê de bombeyên fosfor bi kar tîne û daristanan dişewitîne. Herî dawî, daristanên li herêma Kunîşka ya ser bi navçeya Şêladiza ya Başûrê Kurdistanê hatin şewitandin. Di encama şewatê de gelek bax û baxçeyên gundiyan jî şewitîn.