Bombardiman, veguhastin û tevgera hewayî

Bombardiman, veguhastin û tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk roj bi roj zêde dibin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:

"Di 12'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 - 13:00 de, balafirên şert ên artêşa T.C a dagirker li ser herêma Heftanînê û xeta sînor geriyan. Di 13'ê Hezîranê saet di navbera 03:00 - 06:00 de pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirin.

Di 12'ê Tîrmehê saet di navbera 20:30 - 22:30 de li qada Şehîd Remzî ya li sêgoşeya Lice, Pasûr û Dara Hênê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên keşfê û balafirên şer ên artêşa Tirk geriyan. Di 13'ê Tîrmehê saet di navbera 03:00 - 060:00 de li navçeya Amed Pîranê, heman rojê saet di navbera 09:00 - 12:00 de li navenda Çewlikê û li qada Kizilagaçê û hefteyeke jî li ser herêma Xolxol a navçeya Çewlikê pêgerên hewayî yên bê mirov ên keşfê digerin.

Di 12'ê Tîrmehê saet di navbera 14:30 - 15:30 de Alaya Bilican û qereqola Bilincan ên li ser xeta sînor a Zapê ne, qada Garêya Biçûk bi tankan bombardiman kirine. Her wiha qereqola Bilican saet di navbera 19:00 - 19:30 de bi çekên giran gule li derdorê reşandiye.

Ev sê roj in li gundên Aşuran û Tarî yên herêma Xolxol a Çewlikê, artêşa T.C a dagirker kemînan datîne. Her wiha hejmareke zêde li tabûra li Xolxolê hatine zêdekirin.

Di 6-7'ê Tîrmehê saet di 01:00 de, hêzên dewletê li ser rêya Sêrt-Dihê, bi hinceta qaçaxçitiyê gule li wesayîteke sivîl reşandine. Ji ber vê gulereşandinê welatparêzekî kedkar ê giranbuha Şerîf Ozekîncî şehîd ketiye. Ev êrîşa bi hinceta qaçaxçitiyê li hemberî mirovên Kurd ên welatparêz tên kirin, bi kemînên plankirî tên pêkanîn."