Birayê rojnamevan Wedat ê li Duhokê hat qetilkirin: Gef li kekê min dihat xwarin
Mehser Hisên Elî kekê nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî yê li Duhokê hat qetilkirin, da xuyakirin ku ev demek bû gef li kekê wî dihat xwarin.
Mehser Hisên Elî kekê nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî yê li Duhokê hat qetilkirin, da xuyakirin ku ev demek bû gef li kekê wî dihat xwarin.
Mehser Hisên Elî kekê nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî yê li Duhokê hat qetilkirin, ji RojNewsê re axivî û diyar kir, Wedat dema diçû karê xwe ji aliyê 2 wesayîtên sivîl ve hat revandin û piştre hat qetilkirin.
Mehser Hisên Elî bibîr xist, ku ev demek bû gef li kekê wî û hin rojnamevanên din dihat xwarin û got, "Em baş nizanin bê ev bûyer çawa qewimiye. Em nizanin bê çawa û çima hatiye kuştin. Ev demek bû Wedat ji aliyê hin kesan ve dihat şopandin. Kekê min, dema danê sibehê diçû karê xwe, bi 2 wesayîtan hat revandin û ew birin deşta Sêmêlê. Li wê derê bi rengekî hovane îşkencê lê dikin û wî qetil dikin. Saetek piştî revandina kekê min, li birayê min digerin û dibêjin Wedat li nexweşxaneyê ye. Yên bûyer dîtin gotin, bi 2 wesayîtên plaqeyên wan girtî bûn, kekê min hatiye revandin. Kekê min mirovekî bêguneh bû û pirsgirêka wî bi kesî re nebû."
Rojnamevan Wedat Hisên Elî di sala 1988'an de li gundê Alakan ê navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî di sala 1991'ê de koçî Başûrê Kurdistanê kir, Wedat li Duhokê mezin bû. Wedat Hisên Elî wextekê li Başûrê Kurdistanê tevlî karê ciwanan bû û berî niha bi demeke kurt, dest bi nûçegihaniya ajansa RojNewsê kiribû.