Binçavkirin-girtin, zext û îşkenceya li rojnamevanan dewam dikin

Li gorî rapora meha Gulanê ya Cemiyeta Rojnamevanên Azad, binpêkirina mafên mirovan ên çapemeniya azad û êrîşên li hemberî rojnamevanan dewam dikin.

Li gorî rapora meha Gulanê ya Cemiyeta Rojnamevanên Azad, binpêkirina mafên mirovan ên çapemeniya azad û êrîşên li hemberî rojnamevanan dewam dikin.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) ji bo balê bikşîne ser rojnamevanên girtî û bixwaze şahidiyê ji wan re bike, bi slogana "Dest nede mafê min ê nûçeyan" dest bi kampanya "Rojên şahidiya rojnamevanên girtî" kir. 

Starta Rojên Şahidiya Rojnamevanên Girtî û rojnamevaniya dildar li ber Edliya Amedê bi daxuyaniyekê hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêveberên CRA'yê, xebatkarên JINHA, DÎHA, Azadiya Welat, Belavkariya Firatê, Wan Tv, JIYAN Tv, Azadî Tv, Ozgur Gun Tv, KurdSAT, ÎMC, Weşana Aramê û gelek rojnamevan amade bûn. Li ser navê CRA'yê Hevserokên Cemiyetê Nevîn Erdemîr û Hakki Boltan daxuyanî xwendin. Daxuyanî bi Tirkî Nevîn Erdemîr, bi Kurdî jî Hakki Boltan xwend. 

Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan diyar kir, desthilatdariya AKP'ê her ku li dijî civakê sûcên mirovahiyê dike, ji bo sûcê xwe veşêre, êrîşî çapemeniyê dike. Boltan got, "Berî her tiştî dixwaze çapemeniyê bike şirikê xwe yê sûc. Çapemeniya ku nabe şirîkê wê yê suc vê carê êrîş dike. AKP ji ber nikare bi êrîşan bê deng bike, vê carê bi binçavkirin, girtin, sansur, qedexe û cezayan dixwaze bêtesîr bike. Dema em vê yekê dibêjin em bi belge, dane û delîlan daxivin. Di destê me de delîl û daneyên van gotinên me mîsoger dikin hene. Tenê dema em li wêneye meha Gulanê ya çapemeniyê binerin em dê bibînin ku ka li Tirkiyeye çiqas çapemenî azad e. "

Boltan, da zanîn ku li gorî rapora ku wan ji daneyên di çapemeniye de hatine weşandin kom kirine bîlançoya binpêkirina mafan gelek giran e û wiha berdewam kir: "Li gorî vê yekê tenê di meha Gulanê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin û ji vana 6 rojnamevan hatin girtin. Ji 18 rojnamevanên hatin binçavkirin jê 4 heb rastî îşkence û muameleya xerab hatin. 2 rojnamevan dema nûçe dişopandin rastî gef û pêkanînên xerab hatin. 2 rojnamevan rastî pêkanînên keyfî hatin. Der barê 21 kesan de lêpirsîn hatiye vekirin. Der barê 6 kesan de 6 doz hatine vekirin. Bi giştî li 8 kesan 29 sal cezayê girtîgehê hat birîn. 4 weşan rastî êrîşan hatin û 4 rojnameger dema nûçe dişopandin rastî êrîşan hatin û birîndar bûn. Ajansa nûçeyan a DÎHA di mehekê de 5 caran hat sansurkirin û heta niha 40 carin te sansurkirin. Heta niha 2 tv û radyoyek weşana wê hatiye qutkirin. 4 caran der barê weşanê de qedexe hatiye îlankirin û destûr nehatiye dayîn ku bûyer bi berfirehî û zanistî lêkolîn bê kirin û rastiya bûyerê ji raya gişti hatiye veşartin. Di vê mehê de 3 rojnamevan ji ber ku li gorî dilê patronan rojnamevanî nekirine ji kar hatine avêtin." 

Boltan da zanîn ku tişta balkêş rojnamevanên ji bo rastiyan bişopînin hatine astengkirin, rastî gefan hatine, hatine binçavkirin û girtin û wiha dawî li axaftinan anî. "Dîsa rojnamevanên piştgirî dane Rojnameya Ozgur Gundeme der barê wan de lepirsîn vebûne. 15 rojnamevanên ku piştgirî dan Rojnameya Ozgur Gundeme rastî lêpirsinê hatin. DÎHA 5 caran hat sansurkirin û bi gişti 40 caran hat sansurkirin. Di 5 mehên dawî de 13 rojnamevanên DÎHA hatin girtin. Ev tenê nîşan dide ku zextên li ser rastiyan çiqas zêde ne. Ev yek nîşan dide ku zextên li ser çapemeniyê gelek zêde ne. Ev helwesta AKP'ê ya li dijî çapemeniya azad û şerê li Kurdistanê nîşan dide. Dîsa ji bo têkçûna xwe ya li Kurdistanê veşêre bi rêya nûçeyên derew, Asparagas û Sansasyonel her tiştî berevajî dike û gel dixapîne. Lê pîneyên wê yên wekî Nisêbin û Geverê heta çend roj şûnde derdikeve holê. Finda wê heta êvarî reş dibe. 

Em wekî CRA ji bo girtina rojnamevanan şermezar bikin û piştgiriyê bidin nûçegîhanê DÎHA di meha Hezîranê de her pêncşem çalakiyên Şahidiyê didin destpêkirin. Heta niha me Hezar û 256 îmze kom kirin û em ê van îmzeyan radestî Wezareta Dadê bikin. Em wekî Cemiyeta Rojnamevanên Azad em ê her em mafên çapemeniya azad biparezin û em hemû zext û êrîşên li ser çapemeniyê şermezar dikin." 

Nevîn Erdemîr jî anî ziman ku wê meha Hezîranê her pencşem li ber Edliya Amedê daxuyanî bidin û şahidiya rojnamevanên girtî bikin. Erdemîr da zanîn ku ew ê li Gever, Wan, Şirnex, Mêrdîn, Dîlok, Meletî û Hatayê bi giştî wê li 13 navendan ji bo rojnamevanên girtî rojnamevaniya dildar bikin. Erdemîr, herî dawî lîsteya 45 rojnamevanên girtî xwend.