Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir, binpêkirina mafên mirovan a ji berê ve li girtîgehên li Tirkiyeyê tê kirin, piştî ku şer dijwar bû derketin asta herî bilind. Bîlîcî destnîşan kir, ku girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê.
ELÎF DOGAN/MELEK YUKSEL
AMED
sêşem, 7 pûşperê 2016, 08:06
Bîlîcî da xuyakirin, ku mafên bingehîn, însanî û destûra bingehînî yên mehkûmên siyasî tên binpêkirin û got, dewlet bi mejiyê tolhildanê nêzî mehkûman dibe.
Bîlîcî diyar kir, li gorî rewşa tevgera siyasî ya Kurd a li derve, nêzîkatiyên dewletê yên li hemberî mehkûman jî diguhere û wiha pê de çû: "Piştî ku şer giran bû û leşker û polîs mirin, zexta li ser girtiyên siyasî jî zêde bûn. Bi mejiyê tolhildanê nêzî girtiyan dibin. Mînak; piştî ku 6 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Amedê beriya niha bi demekê fîrar kirin, rêveberiya girtîgehê û rayedaran gelek girtiyên li vir sirgûn kirin û bi rengekî topyekûn hemû girtî ceza kirin. Halbûkî yekane berpirsyarê reva van mehkûman ji girtîgehê, dewlet e. Berpirsyariyeke girtiyên din nîne. Lê tevî vê yekê jî, bêyî daxuyaniyek were dayîn û bêyî mehkûm karibin rahêjin eşyayên xwe yên şexsî, bi lez û bez li wesayîta rîngê hatin siwarkirin û sirgûnkirin. Mîna ku ev jî têra wan nake, hem di rê de hem jî li girtîgehê bûn hedefa şîdet, pêkanînên xerab û îşkenceyê."
GIRTIYÊN NEXWEŞ DI NAVA LEPÊN MIRINÊ DE TÊN HIŞTIN
Racî Bîlîcî destnîşan kir, ku mafên girtiyên nexweş ewçend tên binpêkirin, ku dikarin rê li ber mirina wan vekin û diyar kir, girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyê. Bîlîcî bibîr xist, beşek ji girtiyên nexweş ên dişînin nexweşxaneyê jî, bêyî bên dermankirin yekser li girtîgehê tên vegerandin û hinek ji wan jiyana xwe ji dest dane. Bîlîcî ragihand, di vî warî de wan li Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê hevdîtin kirine, lê belê ti encam bi dest nexistine.
TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî destnîşan kir, ku yek ji girîngtirîn binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan; tecrîd e û got, "Weke ku tê zanîn zêdeyî saleke tecrîdeke kêfî li ser Birêz Abdullah Ocalan heye. Ji ber vê tecrîdê destûr nayê dayîn Birêz Ocalan bi malbata xwe, bi parêzerên xwe, bi saziyên neteweyî û navneteweyî re hevdîtinê bike. Dema ji vî alî ve were nirxandin, wê bê dîtin ku dewleta Tirk sûc li dijî mirovahiyê dike. Ji ber ku tecrîd a rêbazeke îşkenceyê ye, sûcekî li dijî mirovahiyê ye."
GIRTIYÊN NEXWEŞ BI RAPORÊN ÎDEOLOJÎK LI ZÎNDANÊ TÊN RAGIRTIN
Bîlîcî têkildarî binpêkirinên mafên mirovan bang li raya giştî û hikûmetê kir û xwest, bi taybetî li ser rewşa girtiyên nexweş hesasiyeteke bafire. Bîlîcî diyar kir, her roja girtiyên nexweş li girtîgehê derbas dike, hîn bêhtir wan nêzî mirinê dike û got, "Pêwîste derfet bê dayîn ku girtiyên nexweş demildest di nava şert û mercên têrker de bên dermankirin û ev girtî ji aliyê hikûmetê ve werin berdan. Eger hikûmet bixwaze dikare di nava 24 saetan de van derfetan bafirîne. Bi raporên tipa edlî yên îdeolojîk re, ku pêwendiya xwe bi daneyên zanistî nîne, girtiyên nexweş li zîndanê tên ragirtin. Ev helwesta hikûmetê li dijî mafên mirovan, li dijî peymanên navneteweyî û li hemberî destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em bang dikin ku hemû mafên girtiyên siyasî û edlî radestî wan bên kirin."