Bîlen û Ûrat hatin oxirkirin
Cenazeyên Huseyin Bîlen û Bereket Urat ên di êrîşên li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Avgamasiya li tenişta hev hatin definkirin.

Malbatên Huseyin Bîlen (18) û Bereket Urat (21) ên li Şirnexê di êrîşên çeteyên Qesrê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên zarokên xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û li gundê Avgamasya bi girseyî defin kirin. Malbatan cenaze ji morgê wergirtin û anîn gund. Piştî karûbarên olî, cenazeyên Bîlen û Urat bi merasimekê li goristana gund defin kirin.
Welatiyên gund, endam û rêveberên DBP û HDP'ê amade bûn. Piştî cenaze hatin definkirin xwişka Urat strana "Hevalê Gelhat" got û lorand. Dayika Urat Ayşe Urat jî xwest dilê serokomar Erdogan bi êşa zarokan bişewite û wiha got: "Ez bi kurê xwe serbilind im. Tu lehengê Kurdistanê yî. Te ji bo Kurdistana azad xwe feda kir. Gelê Kurd bi kuştinê tune nabe. Hê Urat 17 salî bû." Dayika Bîlen Gurbet Bîlen jî anî ziman ku kurê wê ji bo heq û hiqûqê canê xwe feda kiriye.