Piştî ku qada manewrayê ya rejîma AKP’ê teng bû, dersa Kurdî ya “hilbijarte” anî rojevê. Lê di dîroka komara Tirk de herî zêde mirov di vê demê de hatin girtin û binçavkirin. Tenê di 15 rojên hezîranê de 122 jê xwendekar, bi giştî zêdetirê 330 kes hatin binçavkirin û nîva wana hatin girtin..
Roja ku girtin û binçavkirinên komî neqewimin tune ye. Di serî de kurdên li dijî polîtîkayên neo-faşîst yên hikûmetê serî natewînin û hemû muxalîf dibin hedefa rejîmê. Di vê dema ku rejîma AKP’ê di hundir de polîtîkayên dijî-civakî û neyartiya kurdan, li derve jî pozîsyona ‘taşerontiya’ wê deşîfre bûye de, di pirsgirê kurd de jî ji sala 2002’an de niha bi manîpulasyonan di dewreyê de ye.
MANEWRAYA KURDÎ
Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê û têkoşîna gelan hişk bûye, rejîma AKP’ê ya bi modeleya sexte ya demokratiysê ku bi hemû mercan têkiliyên wê xera bûye û hemû baweriya ji bo wê qedyaye, hesabên ‘lozana duyemîn’ ji bo kurdan dikin.
AKP ya ku bi tu awayî ji bo pirsgirêkê çareseriyê nabîne, rejşîma ku dixwaze kurdan jî tevil pergalê bike, daxuyand ku kurdî wekî dersa hilbijarte dikin bernameya perwerdehiyê. Bi îfadeyeke din jî kurdî, bi îngîlîzî, fransî û almanî re xistin heman cihê. Lê kurdên ku ji 20 mîlyonî zêdetir şêniya wê heye, tu carî li ser axa xwe kurdî wekî dersa hilbijarte nexwestine.
Ji ber vê sedemê Hevserokê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş gotibû; “Ger ku kurdî wekî dersa hilbijarte bê dayîn ji bo ku polîtîkayên asîmîlasyonê rabe divê li rojava ji bo tirkan jî bê dayîn.” Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî ji bo dersa hilbijarte ya ku rejîma AKP’ê wekî pêngaveke dîrokî bin av dike wiha got: “Ev provakasyoneke dîrokî ye.”
Kurdên ku ji avakikrina komarê heta niha bi polîtîkayên asîmîlasyonê ya giran re rû bi rû man, dixwazin ku zimanê wan wekî zimanê fermî di bin ewlehiya qanûnî bê parastin û ji dibistana dayikê heta Zanîngehê bi zimanê kurdî perwedehî bê dayîn.
DI 15 ROJAN DE 333 BINÇAVÎ
Li gorî bîlançoya ji nûçeyên ANF û DÎHA’yê hatine bidestxistin, tenê di 15 rojên pêşî yên hezîranê de 333 kes ji ber hincetên siyasî hatine binçavkirin. Piraniya vana di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin û birine navendên polîsan. Di 7’ê pûşperê (hezîran) de li Wanê tevî 6 şaredaran gelek BDP’yî hatin binçavkirin û ji vana 10 kes hatin girtin.
35 ŞAREDARÊN KURD DI GIRTÎGEHAN DE NE
Îro 35 şaredarên Kurd û 6 parlementerên Kurd bi giştî zêdetirê 190 hilbijartiyên Kurd di girtîgehan de ne. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye di warê girtina hilbijartiyan de mezintirîn girtîgeha li ser rûyê cîhanê ye. Tirkiye ne tenê di warê girtina hilbijartiyan de, di warê girtina rojnamevan, xwendekar, sendîkavan, parêzer, zarok û çalakên jinan de şampiyonê cîhanê ye. Bi taybet li hin bajarên mîna Şirnex, hema bêje yek hilbijartî li derve nemane, hemû girtî ne.
122 XWENDEKAR HATIN BINÇAVKIRIN
Di nava 15 rojan de herî kêm 122 xwendekar hatin binçavkirin. Di gulanê de 127, di nîsanê de 116 û di adarê de jî 100 xwendekar ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibûn binçavkirin. Nîva van xwendekaran hatin girtin.
Tevî girtin û binçavkirina cezayên rekor li xwendekaran tên birrîn. Di 13’ê nîsanê de li 13 xwendekarên Zanîngeha Selçûklû ya Konyayayê 92 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Di meha nîsanê de jî 29 jê xwendekar, bi giştî 346 kes bi cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin.
Li gorî komeleyên mafê mirovan û xwendekaran, zêdetirê 700 xwendekarên zanîngehan û zêdetirê 1500 xwendekarên amadeyî jî di girtîgehan de ne. Sedema girtina wana jî; daxwaza perwerdeya bê pere, protestokirina YOK’ê, protestokiriya rayedarek hikûmetê, girêdana pûşiyê (kefî), hildana pankartan, cihgirtina di çapemeniya çepgir de, endamtiya rêxisitnê û propagandaya rêxisitnê…