Komela Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, rapora binpêkirinên mafan a 4 mehên sala 2012’ê yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadolûyê (Bakûrê Kurdistanê) aşkere kir. Di nava 4 mehan de nêzî 10 hezar binpêkrinên mafê mirovan pêk hatin û hejmara binçaviyan ji 2 hezarê derbas bû. Di vê demê de 281 bûyerên îşkence û mûameleyên xirab qewimîn.
Rapor li avahiya ÎHD'a Amedê bi daxuyaniyê hate aşkera kirin. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku di sala 2011'an de gelek binpêkirinên mafan pêk hatiye. Bîlîcî diyar kir ku di nava 4 mehan de nêzî 10 hezar binpêkrinên mafê mirovan pêk hatin û hejmara binçaviyan ji 2 hezarê derbas bû û got; “Di vê demê de 281 bûyerên îşkence û mûameleyên xirab qewimîn.”
Bîlîcî got; : "Me dixwest em raporeke baş aşkera bikin lê mixabin em îro bi we re raporeke baş parve nakin. Di dawiya sala 2011'an de her çû pevçûn zêde bûn û di destpêka mehên sala 2012'an de berdewam kiriye. Pêvajoya pevçûnan her diçe zêde dibin û bê navber agahiyê mirinan tên."
Bîlîcî diyar kir ku Roboskê nîşan dide ku çiqas pêwistiyê bi aştiyê heye û wiha got: "Li ser vê komkujiyê re 5 meh derbas bûn lê hê jî berpirsyar nehatine darizandin. Di tariyê de mayîna vê bûyerê biçûkbûna hikûmetê nîşan dide. Hikûmet di girtin û cezakirina kurdan de serkeftî ye, di rawestandina binpêkirina mafan de û yên ku binpêkirina mafan pêk tînin de kerr û kor in. Aşkeranekirina berpirsyarên Roboskê jî ji van nêzîkahiyan yek e. Heta ku berpirsyar dernekevin holê û neyên cezakirin em ê her tim bişopînin. Roboskê lorîna şer e, ger em Roboskê ji bîr bikin bila dilê me ziwa bibe."
Bîlîcî diyar kir ku berpirsyarê mirinan hikûmet e û wiha got: "Beşeke civakê ya mezin diyalog û muzakereyê dixwaze û aktorê herî sekereke yê diyalogê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û li dijî Ocalan tecrîdeke mezin tê meşandin. 307 roj in tecrîdek tê meşandin û ev tecrîda binpêkirina mafê mirovan e. Em ji bîr dixin ku tecrîd meşandina li dijî Ocalan feydê nade kesekî. Heta ev pêkanîn berdewam bike dê xwîn jî birije."
Bîlîcî bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û diyar kir ku bi operasyonên siyasî ve tê xwestin ku hemû civakê esîr bigirin. Bîlîcî anî ziman ku bêhestiyariya li dijî girtiyan dibe sedema mirinan. Li gorî raporê din ava 4 mehan de 9 hezar û 900 binpêkirinên mafan pêk hatiye.
BÎLANÇOYA 4 MEHAN
Piştî Bîlîcî, Nunerê ÎHD’ê yê Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Bakûrê Kurdistanê), rapora sala 2012 ya Bipêkirinên Mafan aşkere kir. Hin sernavên di raporê de cih girtin wiha ne:
*Hêzên ewlekariyê yên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û birîdnar bûne: – 20 mirî , 44 birîndar
*Milîtanên PKK’ê yên di şer û pevçûnan de birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane – 67 mirî , 4 birîndar
*Kuştinên kiryar ne diyar, kuştinên bê daraz, sivîlên di pevçûnan de mirin û birîndar bûn: – 12 mirî , 49 birîndar
*Mirinên bi guman – 8
*Encamên xeta û îhmalan– 9 mirî , 2 birîndar
*Xwekuştinên leşker/ polîsan – 2 xwekuştin
*Xwekuştinên jinan – 11 xwekuştin, 3 hewl
* Xwekuştinên zilaman – 13 xwekuştin, 6 hewl
*Xwekuştinên zarokan – 4 xwekuştin
*Binçavkirin – 2,034
*Girtin– 733
*Îşkence û mûameleyên xirab– 281
*kesên bi lêpirsîn, doz û ceza re rû bi rû man – 1080
*Partıyên siyasî, sendîka, komele û saziyên çandê yên li rastî seredegirtinan hatin: – 58
*Girtina partiyên siyasî, sazî, komele, sendîka û saziyên çandî – 6
*Weşan û çapemeniyên hatin komkirin – 629
*Qedexeya li ser zimanê zikmakî – 176
*Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan – 953
*Destwerdanên li hemberî bûyerên civakî – 59 destwerdan, 111 birîndar
*Penaberên hatin binçavkirin– 1.412
*Penaberên jiyana xwe ji dest dan – 6
*Qedexeya çêrgeh, zozanan – 19
*bipêkirinên mafan ên di encama operasyonan de – 16
*Îdîayên gorrên komî – 7 gorrên komî – 32 kes
*Pêkanînên li hemberî cenazeyên milîtanan – 7
*Binpêkirinên din – 2.027
Bi giştî binpêkirinên mafên mirovan: 9.900