Bîlançoya 10 rojan: 97 gund rizgar bûn
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a pêngavê eşkere kir. Li gorî vê yekê 97 gund hatine rizgarkirin û gundî li cih û warên xwe vegeriyan e.
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a pêngavê eşkere kir. Li gorî vê yekê 97 gund hatine rizgarkirin û gundî li cih û warên xwe vegeriyan e.
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed ve bi beşdariya gelek saziyên çapemeniyê li gundê Xirbit Cihêş hat xwendin.
97 GUND HATIN RIZGARKIRIN, 96 ÇETE HATIN KUŞTIN
Cîhan Şêx Ehmed da xuyakirin, ku qonaxa duyemîn a pêngavê ji gundên Qadiriyê û Kerdoşanê dest pê kir û got, "Di nava 10 rojan de şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê qadek 1.300 km2 (97 gund, bi dehan mezra û gelek girên stratejîk) rizgar kirin."
Berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, di vî şerî de 96 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 7 çete bi saxî hatine girtin, ku yek ji van çeteyan tevî malbata xwe, xwe radestî şervanan kiriye.
ŞERVAN GIHÎŞTIN ÇEMÊ FIRATÊ
Cîhan Şêx Ehmed da zanîn, şervanên wan gihîştine Çemê Firatê û dest danîne ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.
Li gorî daxuyaniyê, çek û cebilxaneyên ji aliyê şervanan ve hatine desteserkirin bi vî rengî ye:
"52 Kalaşnîkov û 87 şarjorên wê, motorsîkletek, dûrbînek rojê, 6 bêtêlên dijîtal, 20 rext, 38 bombeyên destan, 6 RBG, 7 çenteyên RBG, 4 katûşa, 40 hawan, hawanek 120 mm, hawanek 160 mm, hezar û 500 guleyên BKC, çekek RBC, çekeke RBG, 1 Pick-up, qemyonek bombebarkirî, 7 rextên xwekujiyê, doçkayek 12,5 û 80 fîşekên wê, doçkayek 23,5, 550 mayîn hatin rakirin."
Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngavê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, şervan hê jî herêmê ji mayînan paqij dikin.
9 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN, 12 BIRÎNDAR BÛN
Cîhan Şêx Ehmed di dewama daxuyaniya xwe de got, "Di şerê 10 rojan de 6 şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê şehîd bûn, 12 şervan jî birîndar bûn."
Her wiha da zanîn ku piraniya şêniyên gundên hatine rizgarkirin vegeriyane cih û warên xwe û got, "Em spasiya gelên xwe dikin ku em bi dilekî germ pêşwazî kirin û ji wan dixwazin ku xwe ji cihên DAIŞ lê ye, vegirin. Pêngava Xezeba Firatê didome."