Tûnç da xuyakirin, xebatkarên çapemeniya azad rastiya şerê li Kurdistanê bi berdêla canê xwe dişopînin û destnîşan kir, ragihandina rastiyan ji bo raya giştî yek ji mijarên herî zêde rejîma Erdogan aciz dike ye. Tûnç da zanîn, nûçegihanên DÎHA'yê ji ber vê yekê girtî ne û anî ziman, rojnamevan dibin hedefa pêkanînên faşîzmê.
ROJNAMEVANÊN JI WELATÊN CUDA YÊN CÎHANÊ JÎ HEDEF TÊN GIRTIN
Tûnç ragihand, rejîma Erdogan xebatkarên medya û çapemeniyê yên nadin dû wan, bi îdîayên "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" sûcdar dike, wan mehkeme dike û bi vî rengî hewl dide rastiyan veşêre. Tûnç diyar kir, rojnamevanên ji welatên cuda yên cîhanê tên Kurdistanê û karê xwe yê rojnamevaniyê dikin, dibin hedefa hikûmeta AKP'ê.
Hunermend Ferhat Tûnç da xuyakirin, nûçeyên rojname û qenalên rejîmê yên li ser Kurdistanê, nayên fêmkirin û got, "Hê çend roj berê, yek ji van rojnameyan bi gotina 'Kalekî li Cizîrê dibêje; xwedê ji dewleta me razî be, baş bû ku dewletê xaniyên me xera kir' nûçeyeke derew çêkir. Û min îro di nûçeyan de xwend, ku ev nûçeya hatiye çêkirin, derew e. Nûçegihanên bêqîmet û ne hêjayî tiştekî yên ser bi rejîma Erdogan û dewleta Tirk, li cîhanê bûne mijara henekan. Êdî her kes bi nûçeyên wan ên derew dizanin."
'EM AMADE NE LI DIJÎ REJÎMA FAŞÎST NÛÇEGIHANIYA DILXWAZÎ BIKIN'
Tûnç destnîşan kir, li hemberî êrîş û girtinan, xebatkarên çapemeniya azad ti carî wê bi tenê nemînin û got, "Pêvajoya îro ne kêmî ya salên 90'î ye. Di çarçoveya polîtîkayên şerê desthilatdariyê de Tirkiye ber bi şerekî navxweyî ve diçe. Xebatkarên çapemeniya azad ên di demeke bi vî rengî ya giran de li Kurdistanê wezîfeyê dikin, gelekî hêja ne. Ji ber ku ew li wê derê tiştên em dixwazin bibînin, bibihîzin, fêm bikin, bi rengekî rast radigihînin. Beriya demeke nêz, ji bo destekkirina van hevalên xwe yên rojnamevan ên girtî me kampanyayeyek dan destpêkirn. Li hemberî rejîma faşîst, eger pêwîstî pê hebe em amade ne bibin nûçegihanên dilxwaz. Divê desthilatdariya heyî nûçegihanên DÎHA'yê tavilê serbest berde."