Bila Erdogan pêşî li van wêneyên Roboskiyê binêre!

Bila Erdogan pêşî li van wêneyên Roboskiyê binêre!

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di civîna îro ya koma partiya xwe ya li Meclîsê de 34 kesên sivîl ên ku di Komkujiya Roboskiyê de hatin kuştin tawanbar kir û got; “Lê binêrin, yek ji wana pê li bombeyan nake.”

Erdoganê ku kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan tawanbar kir û pirsa “Çima heta niha pê li mayînan nekirin û nemirin?” pirsî. Lê ger Erdogan li gundên li ser xeta sînor a Şirnex-Qilaban-Riha-Hatayê lêkolîneke biçûk bike, dê bi sedan kesên ku ji ber debara xwe qaçaxçîtî kirin û lingên xwe wenda kirin bibîne.

ÇIMA ZÛTIR NEMIRIN!

Serokwezîrê Tirk Erdogan, di civîna koma partiya xwe de got; “Lê binêrin, tu kesek ji wana pê li mayînê nakin. Gelo nexşe di destê kê de heye? Çima pê li van bombeyên di nexşeyê de nakin, bi rehetî diçin û tên. Binêrin vir pir nazik e. Ev kar, karek nazik û aloz e” û destnîşan kir ku çima heta niha kesên qaçaxçîtiyê dikin zûtir nemirine.

Ev wêneyane, 7-8 meh beriya ku 34 kes li gundê Roboskiyê di encama êrîşa bombebaranê ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest bidin, hatine kişandin.

Serokwezîrê Tirk Erdogan, ji vana re dibêje “We çima heta niha pê li mayînan nekiriye?”, lê vana ji bo debara xwe bikin, sînor derbas kirin û pê li wan “mayînan” kirin û lingên xwe wenda kirin.

ÎNFAZÊN LI SER SÎNOR

Di rapora ÎHD’ê ya sala 2011 de, ne tenê kesên qaçaxçî yên hatine kuştin, hemû bûyerên înfazê yên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kirin, têde cih digirin. Hinek ji wana wiha ne:

Di 10’ê Çileya 2011 de Artêşa Tirk li ser sînorê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê gulle li wesayîta gundiyeke barand. Di encama êrîşê de gundî, giran birîndar bû. Hat zanîn ku di derdora demjimêr 03:00’an de li Herêma Xakurkê ya ser Diyanayê li Gundê Bermizê ku di hundirê Geliyê Reş de ye, gundiyê bi navê Nizar Îsmaîl ku bi wesayîta (otomobîla) xwe bi rê ket, rastî êrîşa leşkerên artêşa Tirk hat.

Di 29’ê çileya 2011’ê de, zarokê bi navê Recep Daggezen ê 15 salî yên li Gundê Axurka Jorî ya Navçeya Qelqeliyê dijiya, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Her wiha welatiyê bi navê Cumalî Altûn (18) jî birîndar bû. û

3’yê sibata 2011, li ser sînorê Bakûr-Rojhilatê Kurditanê Li gundê Paçûxliya Jorî ya navçeya Qelqeliyê dema ku gundiyan mazot dianîn ji hêla leşkeran ve hatine gulebarankirin. Di encama gulebaranê de gule li serê zarokên bi navê Omer Pay (15) ê ji gundê Paçûxliya Jor û Suat Baykara (15) yê ji gundê Çilê yê navçeya Ebaxê ketiye û jiyana xwe ji dest dane. Welatiyê bi navê Husnu Baykara jî ji destê xwe birîndar bû.

Di 3’yê Adara 2011’an d eli navçeya Ebax a Wanê li nêzî gundê Kaşim Cihat Yilmaz (25) ku zewicandibû û bavê zarokekî bû bi îdiaya ku kaçaxtiya mozatê dike ji aliyê leşkeran ve hate kuştin.

Di 23’ê adara 2001’an de li navçeya Saray a Wanê li gundê Kurcan Yaşar Vuralê 15 salî û Turgay Vuralê 15 salî ji bo mazotÊ bînin çibûn Îranê û di dema vegerê de saet 01.00’an de ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin gulebarankirin. Yaşar Vural du saeta li cihê bûyerê ma û jiyana xwe ji dest da. Turgay Vural jî bi giranî birîndar bû.

Di 12’ê nîsana 2011’an de li navçeya Qelqelî ya Wanê li gundê Koçkiran a Jêr Eyup Talayman (55) û Adîl Parkel (51) bi îdiaya ku bi rêyên kaçax çûye Îranê û sînor binpêkiriye rastî gulebarana leşkerên Îranê hat. Bûyer bi şev saet di 23.45’an de qewimî û Eyup Talayman li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Adîl Pakel jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

Di 15 gulana 2011’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemêr Qerekola navçeyê li gundê Helece ya bajarê Îranê komeke welatiyên ku pincar berhev dikirin hatin tobebarankirin. Di encama êrîşê de jina bi navê Kadriye Îslamî ya ji gundê Helece ya Îranê bû mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Di 27’ê hezîrana 2011’an de li sînorê Îran- Tirkiyeyê li qada Geliyê Gohî ciwanê bi navê Şîrzat (22) piştî ku mazota anî Tirkiyeyê vegeriya ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin.

Di 31’ê tîrmeha 2011’an de li navçeya Ebax a Wanê li mezaraya Uzunyol a gundê Soguksu gundiyên ku sewalên xwe diçêrandin bi hinceta ku derveyî zagonê derbasî sÎnor bûne rastî êrîşa leşkeran hat û di encama vê Ercan Uca jiyana xwe ji dest da. Îbrahîm Ecevet (24) û Nejdet Çîftçî (23) birîndar bûn.

Di 21’ê tebaxa 2011’an de di encam arêşa hewayaî ya ku Tirkiyeyê li dijî Qendîlê pêk anî yek jin 4 zarok bi giştî 7 sivîl hatin qetilkirin.

Di 23’ê mijdara 2011’an de di encama êrîşa lihemberî Herêma Federal a Kurdistanê de Mehmet Bayîz birÎndar bû û 48 pezê wî telef bû. li gorî çavkaniyê herêmê gundên girêdayê Ranya yên Soregulê, Deregulê, Şêredê û Meredo bombebaran kiriye.

Di 4’ê cotmeha 2011’an de li Elbak a Wanê li nêzî gundê Zernek di encama kotrola rê de wesayîta aydê Nurullah Işik bi hinceta ku nesekiye ji aliyê cerdevan û leşkerên sivîl ve hate gulebarankirin. Işik bi giranî birîndar bû.

Di 23’ê midara 2011’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê du welatiyê Suriyê ku xwestin derabasî Suriyê bibin di encam gulebaranê de birîndar bûn.

Di 28’ê kanûna 2011’an de li navçeya Qilabanê li gudnê Roboskê di sînorê Iraqê de 34 ciwanên kurd ku debara xwe bi kaçaxvaniyê dikirin diencama êrîşên balafirên tirk de hatin qetilkirin.