Bijîşk bi sedema YPS'yi tedawî kirine hate girtin

Bijîşkê bi navê Abdullah Koçeroglu yê endamê TTB û SES’ê ye bi sedema YPS'yi tedawî kirine hate girtin.

Li Nisêbîna Mêrdînê 2 meh beriya niha bi hinceta “alîkariya hêzên parastinê dikin” gelek doktor hatibûn sirgûnkirin. Doktorê endamê SES'ê Abdullah Goçeroglu jî 2 meh beriya niha bi wezîfedarkirina demî sirgûnê Qoserê hatibû kirin. 2 roj beriya niha Goçeroglu hate binçavkirin. Piştî kiryarên li Midûriyeta Polîsan a Qoserê, Goçeroglu derxistin dozgeriyê. Dozgeriyê bi sedema endamên YDG-H û YPS'ê tedawî kirine, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê jî Goçeroglu bi îdîaya, "Endamtiya rêxistinê" girt û şand girtîgehê. 

Bijîşk Koçeroglu yê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.