'Bihara tê bihara Kurdan e, divê her kes tevlî berxwedanê bibe'
Gerîlayê HPG'ê Mazlûm Cûdî, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Bihara tê bihara Kurdan e, divê her kes tevlî berxwedanê bibe."
Gerîlayê HPG'ê Mazlûm Cûdî, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Bihara tê bihara Kurdan e, divê her kes tevlî berxwedanê bibe."
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman.
Gerîlayê HPG'ê Mazlûm Cûdî da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî tevahiya gelê Kurd û PKK'ê hatiye lidarxistin û got, "Di ser komployê re ev 17 sal derbas bûn û komplo hê jî tê dewamkirin. Bi dewamiya komployê re hewl tê dayîn destketiyên gelê Kurd ên heyî ji holê bên rakirin."
Gerîla Mazlûm Cûdî bi taybetî bang li jin û ciwanên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir, ku div ê demê de piştgiriya xwe xurttir bikin û tevlî berxwedana li Bakurê Kurdistanê bibin.
Gerîlayê HPG'ê Mazlûm Cûdî got, "Bihara tê bihara serhildana Kurdan e. Her Kurd pewîste xwe tevlî berxwedanê bike. Divê îro hîn bêhtir hestên neteweyî yên Kurd bên xurtkirin. Ji bo gelê xwe ez serketin dixwazim."