Şaredariya Peyasê ya Amedê nexweşên Çolyakê û malbatên wan di seyranê de anîn cem hev û şahiyek pêk anî.
Midûrê Çandê ya Şaredariya Peyasê ya Amedê nexweşên Çolyakê û malbatên wan di seyranê de anîn cem hev û şahiyek pêk anî. Şaredariyê li qada Devegeçidî ya Amedê ji bo nexweş û malbatan seyran amade kir û malbat gîhandin hev.
Cîgirê Şaredar Mahmut Dag, wekilên şaredar Servet Yilmaz, Îhsan Avci û endamên meclîsê jî tev li pîknîkê bûn. Wekîlê Şaredar Dag, anî ziman ku malbatên ku zarokên wan bi nexweşiya çolyakê ketine di aliyê temînkirina zexîre de zehmetiyên mezin dijîn û ji bo alîkariyê bidin malbatan 38 malbat tespît kirine û alikariyê didin.
Serokê Komeleya Çolyakan a Guneydogu Veysi Çoban jî anî ziman ku xwarina nexweşên çolyakê pir buha ye û malbat nikarin mesrefa wê bidin ser xwe. Çoban, anî ziman li gel hemû hewldanên wan tanê şaredariyê piştgirî daye wan û li wan xwedî derketiye û malavahiya wan kir.