Bi ser mala şînê ya Somer de girtin: Bav û bira hatin binçavkirin

Polîsan bi ser mala şînê ya ji bo endamê TAK'ê Abdulbakî Somer de girtin û bavê wî Mûsa Somer û birayê wî Nûrî Somer hatin binçavkirin.

Polîsan bi ser cihê şînê yê ji bo endamê TAK'ê Abdulbakî Somer ê li taxa Şehît Firat a navçeya Îpekyolu ya Wanê de girtin û bavê wî Mûsa Somer û birayê wî Nurî Somer hatin binçavkirin. Li cihê sersaxiyê bi îdiaya ku bi afîşan "propagandaya rêxistinê" hatiye kirin bav û birayê Somer hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Tuşbayê.

Musa Somer ê ku ji bo testa DNA'yê hatibû binçavkirin, û hate berdan hate hinbûn kur nexweşê dil e. Hate hinbûn ku Nurî Somer û Musa Somer dê sewqî dozgeriyê bên kirin.