Bi sedan saziyan destek dan bêçalakîtiyê û bang li AKP'ê kirin
Rêxistinên civakî yên sivîl destnîşan kirin ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê "gaveke hêja" ye û bang li hikûmetê kirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl destnîşan kirin ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê "gaveke hêja" ye û bang li hikûmetê kirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl destnîşan kirin ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê "gaveke hêja" ye û bang li hikûmetê kirin.
Bi qasî hezar saziyên civakî yên sivîl ên li Bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser biryara KCK'ê ya bêçalakîtiyê deklarasyonek weşandin.
Daxuyaniya hevpar bi Kurdî û Tirkî ji aliyê Serokê DESOB'ê Alîcan Ebedînoglû û Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî ve hat xwendin.
HIŞYARIYA 'HÊVIYA AŞTIYA MAYÎNDE QELS DIBE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî û demokratîk, hikûmetê û PKK'ê di destpêka sala 2013'an de pêvajoyeke çareseriyê dan destpêkirin. Birêz Ocalan di deklerasyona xwe ya li Newroza 2013'an hat xwendin de diyar kir ku dema şerê çekdarî qediya ye û dema siyaseta demokratîk destpê kiriye. Vê deklerasyonê ji bo çareseriya meseleya Kurd hêviyên mezin afirandiye."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Bi vê pêvajoyê de çek bêdeng bûn, mirina mirovan sekinî, ya herî girîng jî rondikên çavên dayikan nebariyan û li qada civakî xwedî li aştiyê hat derketin. Li qada cemaweriyê jî veguherî nirxekî girîng. Hêviya mirovan a ji bo pêşerojeke baştir, xurttir bû.
Dihat hêvîkirin ku pêvajo bi şêweyekî demokratîk biçe serî, lê di Tîrmeha 2015'an de hilkumî û pêvajoyeke bi xwîn a şer destpê kir.
Ev pênc meh in em ketine nava pêvajoyeke şer a ku li bajar û bajarokên me encamên giran bi xwe re tîne. Me li çiyê, deştê, kolanan bi sedan ewlad, xwişk û birayên xwe ji dest dan, her der bû gola xwînê, feryad bilind bûn. Hindik maye em hêviya xwe ya ji bo aştiya mayînde bi temamî winda bikin.
Di rewşa heyî de sedemên vê yekê dikarin werin nîqaşkirin, em dikarin li berpirsyariyên aliyan bipirsin. Lê belê ya herî lezgîn ew e, ku di dema herî nêz de dawî li vê atmosfera şer bînin. Wezîfeya destpêkê ew e, ku em dawî li şer bînin, pêşî li mirina mirovan bigirin û zemîneke karibin li ser aştî û çareseriyê biaxivin, biafirînin."
'PKK'Ê GAVEKE HÊJA AVÊT'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmê; ji bo dawîanîna li şer me gelek caran banga agirbestê kirin. Me gelek caran anîn ziman ku ji bilî pêkanîna agirbestê û bi vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê re ji bilî çareseriya bi diyalogê ti şensê me nîne. Hin derdorên neteweyî û navneteweyî jî bangên bi vî rengî kirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo bangên hatin kirin û firsend ji aştiyê re bê dayîn PKK'ê 'gaveke hêja' avêtiye û hat gotin, "PKK'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de ji raya giştî re aşkera kir ku biryara bêçalakîtiyê ya yekalî wergirtiye. Ji bo demekê jî be, bêdengbûna çekan girîng e. Di nava vê demê de civak wê ji bandora neyînî ya xwîn û rondikên çavan rizgar bibe, hilmê bistîne û derfetê bibîne ku ji nû ve pêvajoya çareseriyê binirxîne. Lewma biryara bêçalakîtiyê ya PKK'ê, gelekî hêja ye."
'JI BO DERKETINA JI ROJÊN TARÎ DIVÊ WEKE DEFETEKÊ BÊ DÎTIN'
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li hikûmetê û derdorên demokratîk hat kirin:
"Em ji hikûmetê dixwazin ku bersivê bide vê gavê. Divê hikûmet bi hin sedemên nehêja re, qîmeta vê biryara bêçalakîtiyê ya PKK'ê nexîne. Girîng e ev biryar ji bo derketina ji rojên tarî weke derfetekê bê nirxandin. Divê operasyon werin sekinandin, ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê bi Birêz Ocalan re tavilê hevdîtin werin destpêkirin. Ji bo ji nû ve danîna maseya muzakereyê em bang li aliyan dikin ku ji bo avakirina aştiya mayînde ya ku daxwaza hevpar a civakê ye, bikevin nava hewldanan.
BANGA LI ALÎGIRÊN AŞTIYÊ
Di vê çarçoveyê de em bang li her kes û hemû derdorên neteweyî û navneteweyî yên alîgirê aştiyê ne dikin, ku ji bo bersiv ji helwesta bêçalakîtiyê ya PKK'ê re bê dayîn, bikevin nava hewldanan."