BI DÎMEN

Bi sedan Minbicî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin.

Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku li ser daxwaz û banga gel hat destpêkirin, bi rengekî serketî dewam dike. Kêfxweşiya gundiyên di encama operasyonan de ji çeteyan hatine rizgarkirin, hêjayî dîtinê ye.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, sivîlên ji zilm, zext, îşkence û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine, ji bo ji mayîn û êrîşên gengaz ên çeteyan biparêzin, li cihên ewle yên li gund bi cih dikin.

Piştî ku gund tên rizgarkirin gundî di bin kontrola şervanan de vedigerin gundê xwe.

...