Bi sedan Kurdistaniyan serlêdana DMME’yê kirin
Bi sedan Kurdistaniyên li pêşiya avahiya KE, DMME û CPT’yê di çalakiyê de bûn, serlêdana li hemû dosyayên ku heta roja îro ji bo DMME’yê hatin şandin kirin.
Bi sedan Kurdistaniyên li pêşiya avahiya KE, DMME û CPT’yê di çalakiyê de bûn, serlêdana li hemû dosyayên ku heta roja îro ji bo DMME’yê hatin şandin kirin.
Bi sedan çalakvan ên ku di pêşengtiya TJK-E – KCD’ê de li pêşiya avahiya Konseya Eweropa (AK), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewupa (DMME) û CPT’yê çalakiya rûniştinê li dar xistin, bi armanca rawestandin qetlîamên li ser Kurdistanê, bi daxwaza tevlî hemû dosyayên ku heta roja îro ji bo DMME’yê hatin şandin, serlêdan kirin.
Piştî metna ku ji bo tevlî hemû serlêdanê ji bo DMME’ê bibin, ji aliyê parêzerên Ocalan Mehmût Şarkar ve hat nirxandin, bi îmzakirina hevserokê KONGREYA Gel Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêverberiya KCK’ê Zubery Aydar re, ji bo çalakvanan jî rêya îmzakirinê hat vekirin.
Piştî îmzakirina çalakvanan serlêdanê wê bi awayekî giştî were kirin.
Metna ku ji bo li hember polîtîkayên qirkirin û qetlîamên li ser Kurdistanê banga Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupa erkê xwe pêk bîne kir, welatiyan yek bi yek daxwaza ku tevlî bibin pêşkêş kirin.Hat diyarkirin ku serlêdanên takekesî yên ji bo DMME’yê jî mevzûata wê nayê pejirandin, bal kişand ser her ku civak diçe parçe dibe û ji hev dûr dikevin.
BER BI ZIYAN Û XUSAREKÎ KU NEYÊ TELAFÎKIRIN VE DIÇE
Di serlêdana daxwazê de diyar kir, her ku diçe di pêvajoyekî ku heyîna madî û menewî ya kesayetiyê ber bi dawîbûnê ve diçe, ber bi ziyan û xusarekî ku neyê telafîkirin ve diçe.
Di berdewamiya daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Em di pêvajoyekî di aliyê madî û menewî ya kesayetiyê de ber bi dawîbûnê ve diçin. Ji ber van bûyerên tên jiyîn ber bi ziyan û xusarekî madî û manewî ve diçin. Rewşekî bi êş û bê hêviyê di tevahiya jiyanê de tê dîtin. Li aliyê din cihê jiyînê yê dîrokî yê gelan ber bi hilweşînê ve diçe, êdî wisan bûye nayê jiyîn.”
DAXWAZA TAKEKESÎ YA TEVLÎBÛNÊ
Di dawiya metna serlêdanê de ji bo destnişan kirina maxduryetê banga DMME’ê kir bi erka xwe rabe, ji bo beşdarbûna dozên yek kesî daxwaza hat pêşkêşkirin.