Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir ku Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê çalakiya pejirandina hebûna gelê Kurd e û got, "Tevî vê yekê jî hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş xwest li ser gora wî 'deyndar e' were nivîsandin. Ev yek mezinahiyê nîşan dide. Li pêşberî mezinahiya dîrokî ya vê açlakiyê em ê bi avakirina neteweya demokratîk û jiyana azad, bersivê bidin."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK'ê ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li dijî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê lidar xistin û hişmendiya vê çalakiyê rê li ber vekiriye, di salvegera 33. a çalakiyê de nirxand.
Elîf Ronahî anî ziman ku dema ev çalakî pêk hat ew bi xwe di girtîgehê de bû û piştî çalakiyê bi Berxwedana 14'ê Tîrmehê hesiyane.
Ronahî got, "Di 14'ê Tîrmeha 1982'an de di çarçoveya Baskê 6. ê Artêşê de ji doza PKK'ê em 612 kes girtî bûn. Rojiya Mirinê ya mezin ji aliyê komeke kadroyên pêşeng ve hatibû destpêkirin. Lê belê haya me jê tinebû. Agahiyên ne zelal û nakok, gelekî derengî digihaşt me. Em piştre hîn bûn ku çalakiyeke çiqasî mezin e û kîjan hevalan di çalakiyê de cih girtine. Li dijî polîtîkayên hov û êrîşên dijmin ên ji bo bênasname hiştin û teslîmgirtinê, mînaka herî radîkal a berxwedanê dihat nîşandan." Ronahî destnîşan kir ku bi fêmkirina mezinahî û armanca rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê re ev çalakî di têkoşîna wan a li dijî dijmin de bûye çavkaniya hêzê.
'BERXWEDAN DIBÛ TÊKÇÛNA DIJMIN'
Ronahî da zanîn ku Rojiya Mirinê ya Mezin dijmin têk biriye, gelê Kurd hişyar kiriye û ji berxwedanên dîrokî re pêşengî kiriye û got, "Rewşa çalakî lê hat lidarxistin, rêbaza rojiya mriinê ya li hemberî îşkenceyên li derveyî mirovahiyê yên dijmin, di nava kadroyên PKK'ê de berxwedan mezintir kir, di nava dijmin de jî rê li ber têkçûn û hilweşînê vekir. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad, jiyana xwe feda kiribûn. Ya ku dijmin dîn kir û dijmin jê fêm nedikir, ev bû. Ev çalakiya bi pêşengiya hevrê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî Çîçek, pêl bi pêl li girtîgehên din jî deng vedida. Di vê demê de partiya me kongreya xwe ya 2. lidar dixist. Weke bersiv ji berxwedana rojiya mirinê re biryar hat girtin ku di sala 1984'an de li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê şerê gel ê şoreşgerî were meşandin. Li dijî rastiyeke ku weke gel bê nasname hatiye hiştin, tine hatiye hesibandin gotin 'me gotina xwe ya dawî hînê negotine'."
'BI RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ RE EM TECREÎDA LI ÎMRALIYÊ BIŞIKÎNIN'
Ronahî da xuyakirin îro ew dem e ku bi neteweya demokratîk re bersiv ji berxqwedana 14'ê Tîrmehê û dîrokê re were dayîn û got, "Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê bûye çalakiya pejirandina hebûna gelê Kurd. Tevî vê yekê jî hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş xwest li ser gora wî 'deyndar e' were nivîsandin. Ev yek mezinahiyê nîşan dide. Bersiva em bidin mezinahiya vê çalakiya dîrokî, avakirina neteweya demokratîk û jiyana azad e. Dema şert û mercên tê de li ber çavan werin girtin, bawerî û dilsoziya wan, di nava Rêbertî û PKK'ê de dîtina serketinê, bê guman di roja îro de jî ferman e ji bo me. Ji ber ku çalakiya bersiva mezin a li pirsa 'çawa bê jiyîn' danîn holê û derba herî mezin li zîhniyeta yekparêz, netewe dewlet, yek ziman, yek zayend, yek al xist. Hêmanên bingehîn ên kofederalîzma demokratîk bi vî şêweyê hatine raxistin. Yên bêdengiya mirinê û keleha zilmê ya Amedê veguherandin abîdeya berxwedanê, ji gelê Amedê jî bi serhildana mezin bersiv dîtin. Weke hevrêyên Kemal, Hayrî, Alî û Akîfan em ê bi meşa xwe ya di vê xeta berxwedanê re, heta dawiyê têbikoş in û ancax bi avakirina neteweya demokratîk re dikarin bibin bersiv ji wan re. Çanda berxwedanê ya wan bi çalakiyên xwe re afirandin, îro li her eniya Kurd lê ne, li dijî dijminê herî tirsnak, bi serketinê tacîdar dibe. Berxwedana Sarayan weke qîrîna serhildanê ya jinan li her qada jiyanê ji bo azadiyê rê li ber şerên mezin vekiriye. Em ji îro li dîroka xwe dinêrin û bi berxwedana mezin xwe amade dikin. Divê îro jin û ciwan dakevin meydanan û bi çalakiyan re dawî li tecrîda li ser Rêberê me bîne. Ruhê 14'ê Tîrmehê vê wezîfeyê datîne pêşiya me."