Bi molotofan êrîşî Rojnameya Heftane ya Hezexê kirin

Bi molotofan êrîşî Rojnameya Heftane ya Hezexê kirin

Li navçeya Hezex ya Şirnexê Rojnameya heftane ya Hezexê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşa molotofî hat.

Kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar 4 molotof avêtin buroya Rojnameya Hezexê ya ku nêzî lojmanên Fermandariya Cendirmeyan ya Navçe û avahiyên Qeymeqama Hezexê ye. Molotofên avêtine buroya rojnameyê ku li ser rêya hikumetê ye, molotof bi dîwar û camên buroyê ketin.

Piştî yekîneyên polîsan li cihê bûyerê vekolîn kirin, xwediyê rojnameyê Mehmet Salih Baştug li qereqolê îfade da.

Xwediyê îmtiyazê Baştug da diyarkirin ku, rojname ji roja derketî heya niha weşana bê alî kiriye û wiha got; “Ji ber ku buroya me ku nêzî avahiya qeymeqamtiyê û lojmanên fermandariya cendirmeyan ya navçeyê ye, ez difikirim ku ew kamerayên ewlekariyê wê bibin alîkar û kiryar dê zû bên dîtin. Kesên êrîş pêkanî şermezar dikim. Ez dixwazim kiryar didemek kin de bên girtin û radestî edaletê bên kirin.”