Bi hezaran kes ji bo Sûrê meşiyan-HAT NÛKIRIN
Li Amedê, ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê, bi hezaran kes ber bi Walîtiyê ve meşiyan.
Li Amedê, ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê, bi hezaran kes ber bi Walîtiyê ve meşiyan.
Li Amedê, bi pêşengiya DBP û HDP'ê li dijî terora AKP'ê ya li navçeya Sûrê dimeşîne, çalakiyek hat lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Ziya Pîr û Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Alî Şîmşek û Hafîze Îpek jî di nav de bi hezaran kes ji Parka Koşûyolû heta ber AZC Plaza meşiyan.
Li vê derê, Hevserokê DBP'ê Şîmşek ji gel re axivî û got, "Ragirtina gelê me yê Sûrê di nava dorpêçiyê de, hewldana ji bo dewamkirina polîtîkayên dewletê yên bi sedan salan e li dijî gelê me dimeşîne, ye. Em ê van polîtîkayên li dijî gelê me tên meşandin, bi ti awayî qebûl nekin."
Şîmşek bang li hemû hêzên demokratîk kir û got, "Em li pêşberî van êrîş û komkujiyan bêdeng nemînin û xwedî li gelê xwe derkevin."
PÎR: NAVNÎŞANA MUZAKEREYÊ BIRÊZ OCALANL E
Parlamenterê HDP'ê Pîr jî got, "Beriya çend hefteyan, ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya li hin cihên din, em dîsa li vî cihî kom bûbûn. Ji wê rojê û vir ve tiştekî hatiye guhertin nîne."
Pîr axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bila ti kes ji ber hebûna xendekên li Kurdistanê gazinan neke. Ji ber ku dewlet qetlîamê li ser gelê Kurd ferz dike, gelê Kurd jî ji bo parastina xwe, xendek koland. Ji bo ev gel dest ji kolandina xendekan berde, pêwîste dewlet ji ber tiştên bi serê wan de aniye, lêborîna xwe bixwaze. Piştî lêborînê, divê destûreke bingehîn a ku mafê Kurdan ê temsîliyetê jî tê de heye, bê amadekirin. Ji bo pêkanîna vê jî pêwîstî bi vegera li muzakereyê heye. Navnîşana muzakereyê jî diyar e; Birêz Abdullah Ocalan e. Bi gotina 'Em ê bi hin kesên din re muzakereyê bikin' re bila nekevin nava xewn û xeyalan."
Piştî axaftinan girseya gel çalakiya rûniştinê pêk anî û bi tilîlî û çepikan çalakiya xwe bi dawî kir.