BI DÎMEN

Bi hezaran kes herikîn qada mîtînga Amedê

Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan a bi şîara “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” bi sedan kes herîkîn pêşiya avahiya HDP’ê ya li bajarê Amedê.

Bi sedan kes ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya bi silogana “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” herikîn pêşiya avahiya HDP’ê.

Erkdarên ku ji aliyê HDP’ê ve hatine peywirdarkirin ewlekariyê pêk tînin û beriya daxuyaniya çapemeniyê li gel govend û tilîliyan dirûşmên mîna “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Amedê” û “ Ciwan Fedaiyên Apo ne” qîr dikin. Gel bi coşeke mezin bertekên xwe yên li hemberî çeteyên Qesrê nîşan didin.

...