Bi hezaran ji bo şermezarkirina Madimakê kom bûn

Bi hezaran ji bo şermezarkirina Madimakê kom bûn

Di 19'emîn salvegera komkujiya Madimakê ku hunermend û rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin de bi hezaran kes ber bi Sêwasê ve herikîn. Di meşa madimakê de bi hezaran kesan dirûşma "Bila madimak bibe muze" berz kir.

50 saziyên ku di pêşengiya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal û Federasyona Alevî Bektaşî (ABF) de li hev kom bûn, bi boneya 19'emîn salvegera komkujiya Madimakê şermezar bikin, li ber Cemxaneya Seyrantepe li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Bi hezaran kesên ku li ber cemxaneyê kom bûn, dirûşmeyên "Bila Madimak bibe muze" û "Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin" berz kirin. Bi hezaran kesên ku ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed û bajarên derdorê hatin kom bûn, dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên ku bi 40 otobusan hatin li Sêwasê kom bûn, wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rakirin. Girsê di çalakiyê de pankarta "Bila Madimak bibe muze" û "Bila berpirsiyarê komkujiyê bê darizandin" vekirin û meşiyan. Girseya ku li ber Cemxaneya Seyrantepeyê kom bûn, çalakiya xwe bi bernameyên cuda berdewam dikin.

Girse dê pişt re biçin li ber Otela Madimakê ku komkujî lê pêk hat dê mîtîngê pêk bîne. Girsê disa daxwaza xwe şa "Bila madimak bibe muze" berz kirin û anîn ziman. Polîsan beriya mîtingê tedbirên mezin girtin.