Avahiya Miduriyeta Polîsan ya Mûşê rastî êrîşa fîşekên hewayî hat. Piştî êrîşê polîsan bi demjimêran bajar dorpêç kir.
Şevê din di demjimêrên dereng de Miduriyeta Polîsan ya Mûşê rastî fîşekên hewayî hat. Di êrîşê de hinek fîşek li avahiyê ketin û polîs ketin alarimê. Polîsan piştre ketin û daketina bajar girt û kontrola nasnameyan kirin.
Di heman demjimêran de polîsên ku demekî dirêj navenda bajarokê Kizilagaçê ya Mûşê geriyan herêmên Kêl û Dêra Sorê gulebaran kirin. Gulebarana herêmê nêzîkê nîv demjimêrê berdewam kir.