Hêzên dewleta Tirk topbarana ji gundên derdorê ya li hemberî navenda Cizîrê didomînin. Yek ji van topên hawanê li Mala Gel û Serxweşiyê ya Şaredariyê ket û zerar da gelek malên li derdorê. Hat ragihandin, ku hêzên dewletê gefê li şêniyên navçeyê dixwin, ku navçeyê biterikînin.
Hêzên dewleta Tirk ên dikin nakin nikarin gelê Cizîrê ji navçeyê koçber bikin, ji gundên derdorê topên hawanê diavêjin navenda navçeyê. Yek ji van topên hawanê li Mala Gel û Serxweşiyê ya Şaredariyê ket û zerar da gelek malên li derdorê. Her wiha şewat bi hin malan ket. Nayê zanîn ku ji ber vê topbaranê tiştek bi kesî hatiye yan na.
BI ÊRÎŞÊN BI HAWANAN RE DIXWAZIN NAVÇEYÊ VALA BIKIN
Tevî vê topbarana ji çar aliyên navçeyê her wiha hêzên dewletê gefa 'navçeyê biterikînin' li gel dixwin. Danê sibehê ji ber êrîşa bi hawanan, 2 zarokên bi navê Mahsûm Îcuz û Îdrîs Ustun birîndar bûn. Êrîşa bi topên hawanê ya li hemberî navçeyê dewam dike.