Bi daxwaza 10 sal cezayê girtîgehê doz li Balûken hate vekirin

Bi daxwaza 10 sal cezayê girtîgehê doz li Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken hate vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê, ji ber axaftina wî ya li 2. Kongreya Asayî ya Rêxistina DBP'ê ya Elezîzê, li dijî endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken gilîname amade kir.

Eger gilîname ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Elezîzê ve were qebûlkirin, wê Balûken ji ber îdîayên "propaganda rêxistinê", "pesindayîna sûc û sûcdar", "sorkirina gel ji bo sûc" bê darizandin. Dozgeriya Tirk dixwaze 10 sal cezayê girtîgehê li Balûken bê birîn.

Dozgeriya Tirk her wiha xwest, endametiya meclîsê, mafê hilbijartinê û xizmeta cemaweriyê ji destê Balûken bê girtin.

Doz wê di 21'ê Kanûnê roja Çarşemê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Elezîzê dest pê bike.