Pêşangeha wêneyan ku bi çavên zarokên ku erdhêja Wanê jiyan hate amadekirin a bi navê ‘Bi çavên Zarokan lênêrîn û têgihîştin” (Piştî Erdhejê Jiyan/WAN)” hate vekirin.
Bi piştgiriya Şaredariya Wanê, şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Odeya Mîmaran a Amedê pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Bi çavên Zarokan lênêrîn û têgihîştin” (Piştê Erdhejê Jiyan/WAN’ hate vekirin. Pêşangeh li Galeriy aHunerê ya Amedê ya Sumerparqê hat vekirin. Zarokên erdhejzede û malbatên wan, şaredarê Wanê Bekîr Kaya, wekîla Şaredara Amedê Hafîze Îpek, cigirê sekreterê Giştî Mustafa Yildiz, serokê Odeya Mîmaran a Amedê Necatî Pîrînçîoglu tevli pêşangehÊ bûn.
55 wêne bi çavên 45 zarokên ku temenê wan di navbera 9-15’an bû hatin raxistin di wênayan de piştî erdhêja wanê tiştên hatin jiyîn, tê dîtin. Ji koordînatora projeyê Selîm Yildiz axivî û got ku erdhêja wanê xeyal û lîstikên zarokan hemû bir û mexduriyetek mezin jiyane. Yildiz da zanîn ku wan xwestin ku bi vê xebatê zarok di penceya xwe de binêrin.
Yildiz wiha pê de çû: “Me travmaya zarokan da ber çavan. Ji bo vê jî me ev proje ama dekir. Me li Wanê konek ji bo atolyeyê ava kir û zarokan li vir xebatên xwe meşand.NÝha ya her kesî wênekêşek wan heye. Niha ji 200 zêdetir zarokên wanê dixwazin wêneyan bikişînin. Di meha tîrmehê de şaredariy wanê dê li navenda çandê atolyekê veke. “
Pêşangeh heta 27’ê gulanê dê vekirî bimîne.