BI DÎMEN

'Berxwedana me wê dewam bike'

Dayikên ku di şer de hem ewlad hem jî zarokên wan jiyana xwe ji dest dane gotin, "Me êşa her nifşî kişand. Em naxwazin kes bimire. Lê li dijî yên dixwazin me tine bikin, bexwedana me wê dewam bike."

Li Kurdistanê, di şerê zêdeyî 30 salan de gelê Kurd berdêlên gelekî mezin da, êşên gelekî giran kişand. Hema bêjin, êşa ciwanekî Kurd ê di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest da, ket nava dilê her dayikekê. Êşa hin dayikan hê girantir e û nifş bi nifşan dewam kiriye. Van dayikan, di salên 1990'î de ewladên xwe, di salên 2000'î de jî neviyên xwe ji dest dan. Latîfe Akyuz û Adîle Şaşmaz ên li Mêrdînê dijîn, yek ji wan dayikan e ku di vî şerî de ewlad û neviyên wan jiyana xwe ji dest dane.

'MIN BI XWE CENAZEYÊ KURÊ XWE DÎT Û ANÎ'

Di destpêkê de dayika Latîfe dipeyive. Dibêje, dema kurê wê jiyana xwe ji dest da, neviyê wê hê ji dayik nebû bû. Kurê wê Kazim Akyuz (Botan) di sala 1990'î de tevlî nava refên gerîla dibe.

Dayika Latîfe dibêje, "Kurê min bi qasî sal û nîvekê li çiyê ma. Piştre li bejahiya navçeya Mehsert a Mêrdînê di şer de şehîd bû."

Cenazeyê kurê wî li cihekî herêma lê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Dayika Latîfe anî ziman ku ew bi xwe çûye wê herêmê, cenazeyê kurê xwe aniye û got, "Gelekî zor bû. Dema min bihîst, ez gelekî êşiyam. Vê jî têrê nekir, cenaze jî li holê nebû. Ez bi xwe çûm, min dît û anî."

Dayika Latîfe cenazeyê kurê xwe anî Nisêbînê û diyar kir, çêkirina gorekê ji bo kurê xwe, kêm jî be êşa xwe daxistiye.

Dayika Latîfe da zanîn, ku kurê wê Botan mirovekî gelekî baş û bedew bû û timî bi berpirsyarî radibû.

'DEMA JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞIYA, VÊ CARÊ NEVIYÊ WÊ JIYANA XWE JI DEST DIDE'

Dayika Latîfe, piştî ku kurê wê jiyana xwe ji dest da cihê xwe di nava Însiyatîfa Dayikên Aştiyê de girt, ku dayikên Kurd bi vê rêyê êşên xwe veguherandin têkoşîna aştî û biratiyê. Dayika Latîfe ji bo aştiyê di nava hewldanan de bû. Lê belê rejîma AKP/Qesrê şerê qirêj ê ku di salên 1990'î de kurê wê jê stand, careke din xist dewrê û vê carê neviyê xwe ji dest dide.

'ŞERÊ KU DI SALÊN 90'Î DE KURÊ MIN JI MIN STAND, DI SALÊN 2000'Î DE JÎ NEVIYÊ MIN STAND'

Neviyê Dayika Latîfe Mehmet Şîrîn Agirman hê xwendekarekî lîseyê yê 18 salî bû, ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Latîfe anî ziman, ku neviyê wê Mehmet Şîrîn xwendekarekî gelekî serketî bû, lê ji ber şerê AKP/Qesrê li ser gelê Kurd ferz dikir, li Nisêbînê tevlî nava refên YPS'ê bû.

Dayika Latîfe dibêje neviyê wê jê re gotiye, "Me berdêlek da, lê belê li dijî şer û tinekirina li ser me tê ferzkirin divê em hê bêhtir berdêlan bidin. Bi dayîna berdêlekî nabe ku em bisekinin. Em ê xwedî li berdêlên xwe derkevin." Dayika Latîfe got, neviyê wê dest ji Nisêbînê bernedaye û li ber xwe daye.

Nevî Mehmet Şîrîn, bi vê biryardariyê beşdarî berxwedana li Nisêbînê bû û di şerê piştî ragihandina qedexeyê de jiyana xwe ji dest da.

'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN, LÊ BELÊ LI DIJÎ YÊN DIXWAZIN ME TINE BIKIN, EM Ê ŞER BIKIN'

Dayika Latîfe herî dawî vê dibêje: "Binêre kurê min, em dayik in, êşa di dilê me de gelekî mezin e, nayê vegotin. Dayîna van berdêlan ne hêsan e. Erdogan û malbata wî ji vê êşê fêhm nakin. Em şer naxwazin, lê belê em ti carî ji şehîdên xwe poşman nînin. Eger şer û tinekirin li ser me bê ferzkirin, em amade ne berdêlên nû bidin."

'NEKARÎ GOREKÊ JÎ JI KURÊ XWE RE ÇÊBIKE'

Adîle Şaşmaz jî di şer de ne tenê kurê xwe ji dest daye. Di heman demê de nekarî gorekê jî ji kurê xwe re çêbike. Kurê wê Mehmet Saîd Şaşmaz (Huseyîn) di salên 90'î de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt kurê wê li Kerboranê di şer de jiyana xwe ji dest da. Dayika Adîle dibêje, "Ez çûm Kerboranê, lê min ne cenaze, ne jî tiştekî kurê xwe dît. Dewletê cenazeyê kurê min tine kiriye. Min nekarî jê re gorekê jî çêbikim."

'ÊŞA DU NEVIYAN JÎ LI ÊŞA HEYÎ ZÊDE BÛ'

Dayika Adîle jî mîna dayika Latîfe bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, lê belê ji ber israra şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd, êşa nifşekî din jî dikişîne. Dayika Adîle got, "Du neviyên min hebûn, yek jê Mûrat Şaşmaz, yê din jî Mehmet Şîrîn Şaşmaz bû. Yek jê çû Cizîrê, yê din jî li Nisêbînê ma." Dayika Adîle anî ziman, şerê naqede, dijminatiya dewleta Tirk a bêdawî ya li Kurdan, êşa du neviyan pê daye kişandin.

Ji neviyên wê Mûrat li Cizîrê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dide. Dayik Adîle diyar kir, cenazeyê Mûrat birin Silopiyayê û wan cenaze ji wir girtine û anîne li Nisêbînê veşartine. Neviyê wê yê din Şîrîn jî li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê neviyê xwe yê duyemîn Mehmet Şîrîn, ku li nava refên YPS'ê jiyana xwe ji dest da, piştî bi rojan karîbû werbigirin.

'EZ Ê TI CARÎ ERDOGAN EFÛ NEKIM'

Dayika Adîle herî dawî dibêje, "Ez naxwazim kesek bimir e. Dema xwîn ji bêvila mirovekî tê, canê min jî dêşe. Lê yek ne di navê de, ez ê wî ti carî efû nekim. Ew berpirsyarê şer e." Dayika Adîle dibêje, ev kes jî Erdogan e. Dayika Adîle diyar kir, Erdogan bû sedem ku ew êşa kur û nevî bikişîne.