BI DÎMEN

Berxwedana Farqînê û efsaneya Zembilfiroş

Hecî Şîrîn Farqînî yê 83 salî, bi kevnefiroşiyê re li Farqînê debara xwe dike. Farqînî polîtîkayên serdestan ên ji melisandin û koçberkirina gel dimeşînin, bi rêya efsaneya Zembilfiroş vedibêje.

Hecî Şîrîn Farqînî yê 83 salî, bi kevnefiroşiyê re li Farqînê debara xwe dike. Farqînî polîtîkayên serdestan ên ji melisandin û koçberkirina gel dimeşînin, bi rêya efsaneya Zembilfiroş vedibêje.

Bajarê qedîm Farqîn, ku di herikîna dîrokê de malovanî ji gelek şaristaniyan re kir û paytexta Împaratoriya Merwanî bû, li dijî redkirina Kurdan yek ji bajarên ku pêşengiyê ji berxwedana 30 salan re dike, ye. Bajarê ku herî dawî bû yek ji navendên xwerêveberî li hemberî polîtîkayên dewletê ragihand, ev 2 meh in li hemberî her şêwe êrîş û dorpêçiyê li ber xwe dide û ji ya xwe venagere.

Tevî ku bi dehan mirov hatin qetilkirin jî Farqîniyan di roja 12. a qedexeya derketina derve de peyama 'Kurd ji mirinê jî mezintir in' dan. Farqîniyên dibêjin 'Diyarê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Delîla serî natewîne' bi israr destnîşan dikin ku ew ê dilsozê dîroka xwe bin. Li Farqîna xwedî şopa gelek şaristaniyan, yek ji çîroka bûye efsane Zembilfiroş e. Kevnefiroş Hecî Şîrîn Farqînî yê 83 salî vê efsaneyê vedibêje û dibêje ku di bîra vî bajarî dîrokî de gelekî qedîm heye. Hecî Şîrîn Farqînî bi van gotinan, çîroka Zembilfiroş vedibêje:

...