Berxwedan li tevahiya Geverê belav bû

Li Geverê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina terora dewleta Tirk, girseya gel meşiya. Lê belê polîsan êrîş kirin û ciwanan jî li ser vê yekê bersiv dan êrîşa polîsan.

Bi hezaran kesên ku di pêşengiya DBP û HDP’ê de li pêşiya Otela Oslo hatin cem hev, bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “PKK e gel e gel li vir e” meşiyan. Girseya ku gihîşt navenda sûkê rastî êrîşa polîsan a bi guleyên plastîk, bombeyên gazê, ava şid û wesayîtên zirxî hatin. Li ser êrîşê gel jî li ber xwe da û bi kevir, parçeyên cemedê ve bersiv dan polîsên Tirk.

Êrîşa hêzên dewletê û bexwedana gel li tevahiya navçeyê belav bûye.