'Berpirsyarên Komkujiya Zergelê wê li Laheyê bên darizandin'

Parêzer Dogan ê ku Qirkirina Dêrsimê bir ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ya li gundê Zergelê sivîl qetil kir, li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê li dijî mirovahiyê kir û wê hesabê vê bide.

Parêzer Dogan ê ku Qirkirina Dêrsimê bir ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ya li gundê Zergelê sivîl qetil kir, li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê li dijî mirovahiyê kir û wê hesabê vê bide.

Parêzer Erdal Dogan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku her çend ne aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî be jî Tirkiye wê were darizandin û got, "Di serî de Recep Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglû hemû berpirsyarên ji Roboskî heta Zergelê fermana bomberdûmanê dane, çi zû çi dereng wê li Laheyê werin darizandin. Nikarin ji vê birevin."

'ERDOGAN, DAVÛTOGLÛ Û SEROKÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ WÊ WERIN DARIZANDIN'

Parêzer Dogan da xuyakirin ku bi komkujiya li gundê Zergelê re Tirkiye li gorî statuya Lahey Roma ya 1998'an, sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û destnîşan kir ku weke Serfermandarê Giştî Serokkomar Erdogan, weke Serokwezîr Davûtoglû, Serokê Fermandariya Giştî, Fermandarê Hêzên Hewayî û pîlotên bomberdûman kirine, divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin.

Parêzer Dogan komkujiya Roboskî bibîr xist û anî ziman ku her çend ji jorê ber bi jêrê ve hemû berpirsyar tên zanîn jî bê ceza hatine hiştin, ser komkujiyê niha hatiye girtin, lê belê ev yek nikare dem dirêj be ji ber ku dem di ser sûcên li hemberî mirovahiyê derbas nabe. Parêzer Dogan got, "Mirov îro serî li Laheyê nedin jî, wê di dema pêş de kiryar ji sedî sed li Laheyê ji ber sûcê li hemberî mirovahiyê werin darizandin. Reva ji vê nîne."

'KES Û SAZÎ DIKARIN SERLÊDANÊ BIKIN'

Parêzer Dogan da xuyakirin ku Tirkiye, ji ber ne aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye xwe piştrast dibîne, lê belê ti girîngiya vê nîne û mînaka Îsraîlê da. Dogan got, "Îsraîl ne aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye. Lê belê sûcên Îsraîlê yên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Fîlîstînê ku ne xwedî statuya dewletê ye, çû ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Dozger, serlêdanên Fîlîstîniyan ên di vî warî de lêkolîn kir. Tirkiye niha neçûbe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî jî, Dozgeriya vê Dadgehê serlêdanên bi vî rengî lêkolîn dike." Parêzer Dogan da xuyakirin ku komkujiya li Zergelê tevahiya mirovahiyê eleqedar dike, ne tenê mexdûr, kes an jî sazî dikarin serlêdanê bikin û bi vî rengî ev pêvajo dikare destpê bike.