Berpirsyarê rêveberiyên herêmî yê DBP'ê Sezgîn: Ya tê kirin qirkirina xwerêveberiyê ye
Endamê Meclîsa partiyê û berpirsyarê rêveberiyên herêmî yê DBP'ê Ercan Sezgîn, operasyonên hikûmeta AKP'ê yên girtin û dûrxistina Hevşaredar û endamên meclîsa Şaredariyê ji wezîfeyê, weke "qirkirina xwerêveberiyê" pênase kir.
SEDAT SÛR
AMED
şemî, 17 kewçêrê 2015, 11:53
Endamê Meclîsa partiyê û berpirsyarê rêveberiyên herêmî yê DBP'ê Ercan Sezgîn, operasyonên hikûmeta AKP'ê yên girtin û dûrxistina Hevşaredar û endamên meclîsa Şaredariyê ji wezîfeyê, weke "qirkirina xwerêveberiyê" pênase kir.
Sezgîn der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî. Sezgîn got, "Li welatên demokratîk, eger gel amade be xwerêveberiyê ragihîne, hingî ya divê dewlet bike, nîşandana hurmetê ye" û destnîşan kir ku helwesta hikûmeta AKP'ê ya di pêvajoya dawî de bi ragihandina xwerêveberiyê re nîşan da, dide xuyakirin ku Tirkiye çiqasî ji demokrasiyê dûr e.
Sezgîn anî ziman ku di nava du mehên dawî de li hevmberî Hevşaredarên wan ên xwerêveberî ragihandine, sûcdariyên herî giran hatine kirin û got, "Di encamê de jî 28 Hevşaredarên me ya hatin girtin yan jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hikûmeta AKP'ê, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi mejiyekî êrîşkariyê yê zêdeyî operasyonên KCK'ê yên sala 2009'an, niha êrîşî hilbijartiyan dike. Her çend ji ber giraniya rojev û şer zêde mirov pê nahesin jî, ya ku tê kirin qirkirina siyasî ye. Hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayên xwe re dixwaze rewabûna xwerêveberiyan binixumîne û desteka civakî qut bike. Lê belê ya ku hatiye ji bîrkirin ew e, ku gelê Kurd bi çavtirsandinê ne gelekî ji daxwazên xwe vegere ye."
"AKP DIXWAZE TÊKÇÛNA XWE YA LI HERÊMA SERHEDÊ BISEKINÎNE"
Sezgîn bi taybetî bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li hemberî herêma Serhedê û ev nirxandin kir:
"Li Agirî, Îdir, Erzîrom û navçeyên wan, yanî li temamiya Serhedê, AKP'ê hêzeke mezin winda kir. Tevgera Azadiyê derketiye asta herî bliind.
Eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê beşên li Agirî û Erzîromê di destê wan de mane jî biçin. Li gorî daneyên dawî yên gihaştine ber destê wan, di vê hilbijartinê de wê bêhtir têk biçin. Ji ber vê yekê di nava sê rojan de, tevî ku li wan herêma îlanên xwerêveberiyê nîne jî, gelek Hevşaredarên me hatin girtin. Bêguman ev yek nîşan dide ku li hemberî herêma Serhedê êrîşeke taybet dikin. Hevşaredarên me yên Êlihê jî di çarçoveya operasyoneke bi heman rengî de ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Konsepeke taybet a ku hemû Kurdan hedef digire, heye. Ji ber giraniya şer dibe ku ev yek zêde nayê dîtin, lê belê, 'Qirkirineke Xwerêveberiyan' a ku operasyonên KCK'ê jî derbas kiriye, heye."
"BERSIVA ME WÊ HÎN BÊHTIR XWERÊVEBERÎ BE"
Sezgîn ragihand ku li hemberî van êrîş û girtinan weke bersiva destpêkê wan li şûna Hevşaredarên xwe dagirtin û got, "Ya din û bersiva esasî jî, hîn bêhtir rêveberiya bi gelê xwe re ye. Bi hîn bêhtir xizmetê re em bersivê didin. Ya ku di vê pêvajoyê de divê were kirin ew e, li Şaredariyên me yên ku lingê herî girîng ê xwerêveberiya demokratîk e, xwedî bê derketin."