'Berpirsê bûyerên 14’ê Tîrmehê yên Amedê AKP’ ye'

'Berpirsê bûyerên 14’ê Tîrmehê yên Amedê AKP’ ye'

Partî û saziyên sivîl yên Amedê ku derbarê şîdeta dewletê ku di 14'ê tîrmehê de li ser gel pêk anî, şermezar kir. Di daxûyaniyê de hate diyarkirin ku berpirsyara zilma ku di 14ê Tirmehê de li gelê Kurd hatiye kirin hikumeta AKP’ê ye.

Partî û saziyên sivîl ên Amedê ên ji nûnerên Rêxistinên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Tevgera Demokratên Şoreşger ya Kurd (TDŞK), Komeleya Çandî û Hunerî (ÇIRA), Koma Diyalogê Ya Dîcle û Firatê, Însiyatîfa Azadî pêk tên, li avahiya rêxistina HAK-PAR'ê ya Amedê civîna çapemeniyê lidarxistin.

Di civînê de ku kurdî û tirkî daxuyanî hate xwendin, metna tirkî Serokê Rêxistina HAK-PAR'ê ya Amedê Vasif Kahraman, bi kurdî jî Serokê Rêxistina OSP'ê ya Amedê Nasrettîn Maçîn xwend. Maçîn, bibîrxist ku rayedarên dewletê destûr nedan mitînga ku ji hêla BDP'ê û KCD'ê ve dixwest di 14'ê tîrmehê de li Amedê li dar bixe û da zanîn ku rayedarên dewletê bi helwesteke ne demokratîk careke din zîhniyeta xwe ya qedexekar nîşan dan. Maçîn, destnîşan kir ku di bûyêrên ku encama êrîşên dijwar derketin holê de di nava wan de parlementer û şaredar jî hebûn gelek kes birîndar bûn . Maçîn, anî ziman ku bombeyên xazê avêtin mizgeft û malan û ev bombeyên ku bi hedefgirtin hatin avêtin bûn sedemên birindarîyan.

'DEWLET HIQÛQA KU BI XWE ÇÊKIRIYE JÎ BIN PÊ DIKE'

Maçîn, derbirî ku mitîng, civîn, meş, xwepêşandan û daxuyaniyên çapemeniyê yên ji bo bilêvkirina daxwazên aştiyane û demokratîk, mafekî li gor makezagonê ye. Maçîn, diyar kir ku bi endîşeya ewlehiyê mîtîng nayên qedexekirin û ev tişt gotin: "Ya ku dikeve ser rayedarên dewletê ew e ku ewlehiya çalakiyên bi vî rengî biparêze. Dîsa hat xuya ku gava kurd xwestekên xwe yên demokratîk tînin ziman, rayedarên dewletê hiqûqa ku wan bi xwe çêkiriye jî bin pê dikin. Mekanîzmaya tundî û çewisandinê li hemberê gel bi kar tînin. Di van çalakiyên ku bi tevahî aştiyane û demokratîk in de eger hêzên ewlehîyê bên bikaranîn dê bibe sedema bertek û berxwedanê."

'RAYEDARÊN KU JI BÛYERÊN NEWROZÊ DERS NEGIRTIN DI ZÎHNIYETA QEDEXEKAR DE BI ISRARIN'

Maçîn, destnîşan kir ku rayedarên dewletê yên ku ji bûyêrên Newrozê ders negirtine, di zîhniyeta xwe ya qedexekar de bi israr tevdigerin. Maçîn, anî ziman ku hêzên ewlehiyê li Amedê teror meşandin, di serî de rêvebirên BDP'ê, parlamenter û serokên şaredariyan û li ser wan kesên ku bi israr dixwestin biçin qada mitîngê bombeyên xazê barandin, bi sedan kes birîndar kirin û kirin bin çavan.

'BERPIRSIYARÊ ZILMÊ HIKUMETA AKP'Ê YE'

Maçîn, bal kişand ser tundiya zêde ya polîsên AKP'ê pêk anî û diyar kir ku berpirsyara zilma ku di 14ê Tirmehê de li gelê kurd hatiye kirin hikumeta AKP’ê ye. Maçîn, wiha got: "Em, êrîş û sepandina tundiyên ku di serî de li hemberê parlamenteran û serokên şaredariyan ên bijartî û terora ku di tevahiya rojê de pêk hatiye, protesto dikin. Careke dinê derketiye holê ku; yên naxwazin kurd bigihîjin mafên xwe yên bingehîn ên neteweyî, ji bikaranîna rê û metodên demokratîk jî ditirsin û jê re astengî derdixin. Em diyar dikin ku li hemberê êrîşên hêzên ewlehiyê ku di 14ê Tirmehê de hatiye kirin em li gel BDP'ê ne û ji raya giştî yê hîşyar re bang dikin ku li hember vê yekê dengên xwe bilind bikin.