Beriya mitîngê serdegirtinên malan

Beriya mitîngê serdegirtinên malan

Beriya mitînga "Ji Bo Ocalan Azadî" a li qada Îstasyonê pêk bê tedbîrên berfireh hatin girtin. Hat zanîn ku beriya mitîngê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsên ku ketin mala Menteş a li Rezanê helwesta terorîstî nîşan dan. Di serdegirtinê de Fahriye Menteşa 70 salî qeyrana dil derbas kir.

Ji bo mitînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" çend saet man. Beriya mitîngê polîsan tedbîrên berfireh girtin û bi ser gelek malan de girtin. Yek ji navnîşana serdegirtinan jî malbata Menteş ku ji Îzmîrê ji bo serdanê hatibû Amedê bû. Gelek tîmên tevgera taybet û polîsên TEM'ê bi ser malbatê de girtin.

Polîsên ku hemû odeyên malê lêgerîn kirin. Polîsên ku bi îdîaya wan îxbara 3 PKK'iyan girtine bi ser malê de girtine. Keça malê Derya Menteş (28) diyar kir ku tevî biryara lêgerînê tune ye jî bi ser mala wan de girtine û di dema lêgerînê de heqaretên wekî; "Bêşerefno derbikevin çiyê" kirine.

Menteş got; "Dema ku li derî xistin min got, 'derî neşkênin ez vedikim.' Min derî vekir û biryara lêgerînê ji wan xwest. Ji min re gotin, 'îxbar heye.' Ez dirêjî erdê kirim û çek dirêjî serê min kirin. Ji hemû maliyan re gotin xwe dirêjî erdê bikin. Min ji wan re got, sûcê me nîn e. Mêvanên me hene. Wan jî bersiva; 'ne axive hûn sûcdar in, terorîst in, hûnê çalakî bikin.' Piştre deriyê destşoyê şkênandin. Bi pêlavên xwe yên qirêj ketin malê û li me xistin. Çi mafê wan heye wisa dikin!"

Muzaffer Menteş (48) ku ji Îzmîrê ji bo mêvandariya birayê xwe hatiye Amedê jî diyar kir ku heqaretên mezin li wan û partiya wan kirine. Menteş anî ziman ku polîsan ji wan re gotiye; 'hûn ji bo mitîngê hatine em baş dizanin' û wiha axivî: "Wan jî dizanîn em ji bo çi hatine. Navên me pirsîn û ji me pirsa; 'hûn çima hatine' kirin. Nehiştin em ji erdê rabin. Ji 36 parlementerên me re gotin; 'çeqel' Ew bi dengên min hatin hilbijartin. Tu çawa dikarî heqareteke bi vî rengî bikî." Ji ber pêkûtiya derûnî ya di dema lêgerînê de Fahriye Menteşa 70 salî jî qeyrana dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Polîsan 6 kes xistin binçavan û piştî îfadeya wan a midûriyeta polîsan vê şeveqê serbest hatin berdan.

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî piştî ku agahiya serdegirtinê girt malbata Menteş ziyaret kir.