Beriya hilbijartên şaredariyên BDP'yî di hedefê de ne!

Beriya hilbijartên şaredariyên BDP'yî di hedefê de ne!

Beriya hilbijartinên herêmî, rejîma AKP’ê li hemberî şaredariyên BDP’ê zêdetir kir. Di encama serdegirtinên îro pêk hat de 6 şaredarên BDP’yi yên Wanê hatin binçavkirin. Niha 32 şaredarên Kurd di girtigehan de ne.

Di demjimêrên serê sibê de, polîsên tirk li Wan û navçeyên wê di encama serdegirtina malan de 6 şaredar û gelek rêveberên BDP’ê binçav kirin.

KAYA: FERMAN JI ERDOGAN Û ATALAY HAT

Di serdegirtina bi ser malên şaredar, endam û rêvebirên BDP'ê de lêgerîna polîsan didome. Polîsan serê sibê bi ser mala Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ya li Taxa Halîl Aga de girtin û piştî lêgerîna ku 3 seatan lêgerîn bi dawî kirin. Kaya hate binçavkirin û birin avahiya prefabrîk ku wekî avahiya xîzmetê bikar tîne. Kaya dema ji mala wî derxistin, axivî û da zanîn ku biryara derbarê binçavkirina wan ji aliyê Serokwezîr Erdogan û alîkarê wî Beşîr Atalay ve hatiye girtin û wiha got: " Biryara der barê me de Erdogan û Atalay di televîzyonê de da." Kaya diyar kir ku ew hêvîdare Serokwezîr Erdogan û Wezîr Atalay di dema îfadedayîna wan de li wir amade be.

Kaya, birin avahiya xîzmetê ku dê li wir lêgerîn pêk bê.

GEL PROTESTO DIKIN

Li Wanê Yekîneyen Midûriyeta Polîsan a Wanê si saetên şeveqê de bi fermana 3'yemîn Dadeha Cezayên Giran a Wanê bi ser şaredariya navendî û şaredariyên navçe û gelek malan de girt. Lêgerînên li mal û saziyan pêk hatin bi dawî bûn. Lêgerîna piştî mala Şaredarê Wanê Bekîr Kaya li şaredariyê jî bi dawî bû. Piştî lêgerînê Kaya hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Bi Kaya re Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û parêzer jî çûn. Dema ku Kaya ji avahiya derket girseyê bi çekîp û sloganan piştgîr da yê. Lêgerîna li konê û konteynira Rêxistina BDP'ê ya Wanê ya ku avahiya wê di erdhejê de zirar dît jî bi dawî bû. Piştî lêgerînê belge û afîşên hatin destserkirin bi torbeyan birin emniyetê. Di lêgerînan de gelek bîlgîsayar û hard dîsk hatin destserkirin.

Piştî serdagirtina şaredariyê bi sedan kesên li ber şaredariyê kombûn ketin Kolana Cumhuriyetê. Li ser kolanê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin û girseyê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Li ser kolanê dem dem rageşî çêdikeb û li gel vê yekê girseyê rê li trafîkê girt. Mudaxeleya polîsan bû sedema rageşiyê û çalakiya rûniştinê berdewam dike. Girseya çalakî li dar xist slgonên "Ev pêşîlêvekirina AKP'ê" û "Zext me bêzar nakin" berz kirin. Li Wanê saet di 13.00’an de dê bi daxuyaniyeke girseyî binçavkirin bên şermezarkirin.

HEJMAR GIHIŞT 12’Ö

Di serdagirtinan de navên kesên hate niha hatin binçavkirin ev in: Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Seroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê berê û Parêzerê Buroya Asrin Hiqûqê Cuneyt Canîş, Şaredarê Bêgiriyê Îzzet Çelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bêgîriyê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Şaredarê Elbakê Hecer Saruhan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê yê berê û Endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Ebexê Metîn Adugît.

Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmanz li Dîlokê hate binçavkirin û ber bi Wanê ve derxistin rê. Ligel vê yekê bi ser Şaredariya Qelqelî û Rêxistina BDP'ê ya Qelqeliyê de jî girtin.

32 ŞAREDAR DI GIRTÎGEHAN DE NE

Pişti ku Kurdan di hilbijartinên Adara 2009 de nêzî 100 şaredarî bi dest xist, rejima AKP’ö di bin navö operasyonön KCK’ö de dest girtina siyasetmedar ü hilbijartiyön Kurd kir. Di vö çarçoveyö de heta niha 32 şaredarön BDP’yî dı girtîgehan de ne. Di encama serdegirtinên îro de jî 6 şaredarên ön BDP’yî hatin binçavkirin. Her wiha, 8 hezar endamön aktîf ön BDP’ö di girtigehan de ne.

BERIYA HILBIJARTINÊN HERÊMÎ ZEXT ZÊDE BÛN

Beriya hilbijartinên sala 2013 yên herêmî, zextên li ser BDP’ê bûn du qat. Bi taybet li bajarên mina Şirnex û navçeyên wê hema bêje hemû hilbijartî hatin girtin. Seroka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya BDP’ê prz. Meral Daniş Beştaş , operasyonên ku beriya hilbijartinên herêmî bi taybetî tên meşandin ji ANF’ê re nirxand.

Beştaş da zanîn ku ev operasyon xebateke AKP’ê ya hilbijartinê ye û wiha got: “Operasyon û girtin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tê kirin. Ev helwesta AKP’ê rekabeteke ku demokratîk jî ji holê radike.”

XEBATÊN BDP’Ê ÎLEGAL ÎLAN DIKE

Beştaş da zanîn ku bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) parlamenteriya parlamenterê Amedê Hatîp Dîcle hate xistin û bi îdiaya ku propagandaya rêxistinê kiriye hate girtin û ligel vê 32 şaredar jî girtîne. Beştaş got ev girtin her roj zêde dibin û bi hezaran endam û rêveber girtîne.

Beştaş wiha pê de çû: “Bi awayekî bi ser BDP’ê de hatin û hemû endam û rêveber hatin girtin. Li Muş, Mereş, Riha, Çewlîk û Amedê tu serokên BDP’ê nemane. Tabloyek xeter heye. Serokê BDP a Çewlîkê Halîs Yurtsever herî dawÎ hate girtin. Bi hinceta tevli civîn û meşan bûye hate girtin. Bi giştî BDP’ê di bin zextê de ye. Mînak tenê 11 endamên şardariya Şirnexê li derve ne.”