Beriya hatine Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Amedê, li Amedê bi armanca protestokirinê derabeyên dikanan daxistin.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi boneya beşdarî kongreya bajêr a partiya xwe AKP’ê bibe, tê Amedê. Hate zanîn ku polîsan li her derên bajêr tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtine.
Li hemû rêyên balefirgehê bendên polîsan hatine danîn û li her derê segvan hatine bicihkirin.