Gerîlayên Kurdistanê, şoreşgerêên Kurdistanî yên ku di 5’ê hezîrana 1982’yê de di dema Îsraîlê Libnanê dagir kir de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekir. Bi buroşên ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve der barê berxwedana 11 PKK’yiyan de hatin amadekirin, ji nifşekê derbasî nifşeke din dibe.
Îsraîlê di 3’ê hezîrana 1982’ê de li hemberî bajarên Nebatiye, Sayda û Sûr ên başûrê Libnanê dest bi êrîşkeke hewayî kir û di 5’ê hezîranê de jî dest bi dagirkirina Libnanê kir. Di dema vê êrîşa Îsraîlê de tevî wargehên Filistîniyan ên li van her sê bajaran, hemû pir, rê, depoyên erzaq hatin rûxandin. Her çendî 30 sal bi ser re derbas bûn, lê het niha jî nayê zanîn çend kes di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha, 11 şoreşgerên Kurdistanî di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn.
11 PKK’yî ji bo piştgiriya enternasyonalîst bidin têkoşîna Filistîniyan û ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê ji Filistiniyan tecrube werbigire, beşdarî refên Filistiniyan bûn. Hedefa yekemîn a Îsraîlê ya li deşta Nebatiye ya Keleha Arnûn a ku weke “Çavdêrîkirina Îsraîlê” dihat zanîn bû. Keleh li herêmên herî çiyayê û nêzî Deryay Spî bû û cihê herî nêzîkê Îsraîlê bû. Ev der di destê berxwedêrên Filistînî de bûn. Ji ber cihê xwe yê stratejî Keleha Arnûn bû hedefa Îsraîlê û di encamê de 9’ê jiyana xwe ji destan û PKK’yiyek salek beriya dagirkirina Libnanê, di 2 gulana 1981 di encama êrîşa topbaranî ya artêşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dabû.
BÛN SEMBOLA PIŞTEVANIYÊ
Ligel k udi ser de 30 sal derbas bû berxwedana 11 PKK’yiyan k udi nava gelê Kurdistan û Filîstînê de bÛûsembol, derbasî nifşê nû dibe. Di vê çarçoveyê de HPG’ê broşureke ku berxwendana 11’ê gerîlyan dike mijar amade kir.
Di bruşurê de ji têkoşîn û jiyana 11 şoreşgeran kêlî cih digirin. Her wiha bîranînên wan yên zindana Israîlê ku dîl hatibûn girtin jî ji şahidan hatiye girtin, cih digirin. Di broşurê de berxwedana wan a zinddanê tên vegotin îşkence û pêkûtiyên xerab cih digirin.
Her wiha di broşurê de Peyma dagirkeriya Eniya Têkoşîna Gel a Filistînê ya der barê têkoşîn û piştevahiya berxwedêrên PKK’ê ya jî tê slav kirin. Beşeke peyamê wiha ye; “ Di rojên zehmet û dijwar de, di navbera rêxistinên tevgera rizgariyê ya navnetewî û ereban de piştevahiyên mezin hatin afirandin û ev rastî xwe daye der. Şerê Lubnanê jî ev yek bi awayekî aşkere îspat kiriye. Di êrîşa Israîlê ya Lubnanê de di doza pêşveçûn û azadiya gelan de li gorî şoreşa enternasyonalîst a bi şeref de piştî ku hevalên me şehîd ketin, ev mînaka herî bi hêz derket holê. Xwîna wan hevalên me yên ku şehîd ketin cihekî wisa girîng temsil dike. Em dibêjin ku em dê her tim ligel gelê kurd û daxwazên wan û mafên wan bin.”
NAVÊN 11 ŞOREŞGERÊN KURD
*Velî Çakmak bi navê kod Ferhat di 1960’an de li Dêrsîmê ji dayîk bûye
*Îsmet Ozkan bi navê kod Halît di sala 1962’an de li Pirsûsê ji dayîk bûye
*Kemal Çelîk bi navê kod Rustem di sala 1956’an de li Elezîzê ji dayîk bûye
*Mehmet Atmaca bi navê kod Halîl di sala 1957’an de li Rihayê ji dayîk bûye
*Emîn yaşar bi navê kod Hasan di sala 1960’an de li Hezo ji dayîk bûye.
*Mustafa Marangoz yê bi navê kod ku Ferît, Hasan û Mahîr bikardianî di sala 1961’an de li Çêrmûg a Amedê jiyak bûye.
* Îrfan ay bi navê kod Abdullahtîf Musa di sala 1963’an de li Amedê ji dayîk bûye
* Şerîf Aras yê bi navê kod Ahmet û Orhan dis ala 1957’an de li Derik-Hoboşî ji dayîk bûye
*Sahabettîn Kurd bi navê kod Xalit di sala 1962’ân de li Nisêbînê ji dayîk bûye
*Abdullah Kumral bi navê kord Yusuf di sala 1955’an de li Rihayê ji dayîk bûye.
*Abdulkadîr Çubukçu di sala 1958’an de li Hezo ji dayîk bûye