Berfa li Wanê bariya rêya 343 gundan girt
Berfa ku duh bi şev li Wanê dest bi barînê kir, dewam dike. Berfê bandoreke neyînî li navenda bajêr û navçeyan kir.
Berfa ku duh bi şev li Wanê dest bi barînê kir, dewam dike. Berfê bandoreke neyînî li navenda bajêr û navçeyan kir.
Berfa ku duh bi şev li Wanê dest bi barînê kir, dewam dike. Berfê bandoreke neyînî li navenda bajêr û navçeyan kir. Ji ber berfê rêyên 343 gund û gundikên Miks, Şax û Erdîşê hatin girtin. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dest bi vekirina rêyan kirin.
Berfê rêyên li navçeya Colemêrg Geverê jî girt. Xebatkarên Şaredariya Geverê ji danê sibehê ve dest bi paqijkirina rêyan kirin. Barîna berfê jî dewam dike.
Li Erdîşê jî ji ber berfa zêde, dibistan hatin girtin.