Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojava dagir bike ji ber xwe ve bahaneyan diafirîne

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl bersiv da sûcdariyên li wan tên kirin û destnîşan kir, ku Tirkiye ji bo dagirkirina Rojava, ji ber xwe ve bahaneyan diafirîne.

Piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî leşkeriyê li Enqereyê, dewleta Tirk sûcdariyên xwe yên li Rojava dike, didomîne. Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl bersiv da sûcdariyên li wan tên kirin û destnîşan kir, ku Tirkiye ji bo dagirkirina Rojava, ji ber xwe ve bahaneyan diafirîne.

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl ev îdîayên dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxand û got, "Dewleta Tirk, ya ku nikarîbû bi destê çeteyan bike, dixwaze bi xwe derbasî Rojava bibe û bike. Me beriya niha jî dabûn xuyakirin, ku ti êrîşek me li hemberî dewleta Tirk nîne. Tevî vê yekê jî her carê me dijmin nîşan didin û êrîşî xaka me dikin. Li pişt vê yekê niyeteke xerab û dijminatiya li gelê Kurd heye."

DEWLETA TIRK A KU BI DESTÊ ÇETEYAN NIKARÎBÛ BIKE, NIHA BI XWE DIXWAZE BIKE

Xelîl da xuyakirin, ku şexsê têkildarî êrîşa li Enqereyê navê wî tê bilêvkirin, ti eleqeya xwe bi YPG'ê û bi Rojava re nîne û got, "Heman piştî êrîşê, yekser bûyer xistin stûyê me. Bi vî rengî hewl didin ji xwe re bahaneyekê biafirînin û bikevin Rojava." Xelîl diyar kir, çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk li tinebûnê ne û got, "Dewleta Tirk a ku bi destê çeteyan nikarîbû bike, niha dixwaze derbasî Rojava bibe û bi xwe bike."

DYA, ÎDÎAYÊN ENQEREYÊ HÊJAYÎ NIRXANDINÊ NEDÎT

Xelîl da zanîn, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), îdîayên Enqereyê hêjayî nirxandinê nedîtiye û destnîşan kir, ku êrîş û topbarana dewam dike, provokasyon e.